'Ev der welatê me ye em ê çima dest jê berdin?'
10:22
JINHA
MÊRDÎN - Malbata Şukriye a ku di salên 90'î de gundên wan hat şewitandin û koçî Nisêbînê kirin, bi êrîşên li hemberî Nisêbînê re koçî Mêrdînê kirin, niha li benda vegera mala xwe ne. Şukriye got mal a wan e, welat welatê wan e ew dê çima dest ji welat û axa xwe berdin.
Bi êrîşên qirkirinê yên li hemberî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê re bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn û li navçe û bajarên herêmê bi cih bûn, lê her dem li benda vegerê ne. Ji van malbatan yek jî malbata Şukriye ye . Şukriye Dogan diyar kir ku di salên 90'î de gundên wan ji hêla dewletê ve hatiye şewitandin, wan koçî Nisêbînê kiriye, bi êrîşên herî dawî yên li hemberî Nisêbînê re koçî Mêrdînê kirin û niha li benda vegera mala xwe ne.
'Me nikaribû perdeya xwe jî bileqanda'
Şukriye diyar kir ku di dema dorpêçê de ew li Nisêbînê bûne û wiha axivî: "Dengê tang û topan dihat. Bi destdayîna perdeyê re, êrîşên me dikirin. Bi gotinên wekî 'Hûn çima li me mêze dikin' êrîşî me dikirin." Şukriye bi lêv kir ku li hemberî mala wan sekvan hatibûn bi cihkirin, ji ber wê nikaribûn derbasî odeya din jî bibin û ev tişt got: "Em li mitbexê radizan. Piştre êrîşê avahiyê kirin. Ji ber ku hevjînê min ji çavê xwe astengdar e, ew birîndar bû. Li vir me dikujin, dîl digirin û piştre qasî du saetan destûra derve dihat dayîn."
'Em bi zorê ji malên me derxisitin'
Şukriye di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku ew bi zorê ji hêla dewleta tirk ve ji malên wan hatine derxistin, derketina wane ji Nisêbînê bi van gotinan şîrove kir: "Em heta saet 10.00'an li malê bûn, bi tang û topan êrîşê me kirin. Av û ceryana me qutkirin. Ji mere gotin 'malê vala bikin', me got 'hûn me bikujin jî em naçin' lê em bi zorê ji malê derxisitn, em derbasî Mêrdînê bûn."
'Ez ê vegerim Nisêbînê'
Malbata Şukriye diyar kir ku 3 kurê wan di girtîgehê de ne û kurekî wan jî jiyana xwe ji dest daye, li mêrdînê di kirayê de dijîn. Şukran Dogan da zanîn ku ew bi piştgiriya welatiyan xwe li jiyanê digirin ev tişt anî ziman: "Mala me bi keverekî jî pêk bê, ez ji vê apartmanê naguherînim. Îro jî Nisêbîn vebe em dê vegerin." Şukriye destnîşan kir ku dewlet koletiyê li ser gelê kurd ferz dike û got ku ew dê vê koletiyê qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
'Ev der welatê me ye em ê çima dest jê berdin?'
Şukriye piştrast kir ku dewlet ji bo herêmê valake, her tiştî bi gel dide jiyankirin û wiha pêde çû: "Me jî got em dê dest ji bajar, gund û mala xwe bernedin. Mal mala me ye, welat welatê me ye, em ê çima dest jê berdin? Em têkoşîna nasnameya xwe didin."
'Bila dayik nebêjin 'Niştiman sax be!'
Şukriye bang li dayikên leşker û polîsan jî kir ku divê êdî nebêjin 'niştiman sax be' û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em êşa dayikên leşker û polîsan jî parve dikin. Bes bila dayik bêjin 'niştiman sax be.' Cîgera hemû dayikan dişewite. Dewlet her roj me dikuje, lê em di her kêliyê de dîsa aştiyê dixwazin. Em naxwazin tu dayik bigirîn."
(rc)