Hevşaredara Elkê Seyran Agran hat binçavkirin

10:28

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredara Elkê Seyran Agran dema ji şaredariyê derket hat binçavkirin.

Hevşaredara Elkê ya Şirnexê Seyran Agran dema ku ji şaredariyê derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hate hînbûn ku der barê Seyran de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Elkê ve biryara lêgerînê hatiye derxistin.

Ji ber ku sîstema SEGBÎS'ê xira bûye duh îfadeya Seyran nehat girtin, li bendê ye ku Seyaran îro derxînin dozgeriyê.

(rc)