'Li malên xwe ne rûnin ji bo Nisêbînê tevlî piştgiriyê bibin'

10:54

JINHA

MÊRDÎN - Bi hatina miha rojiyê re piştgirî ji bo welatiyên ku ji ber êrîşên qirkirinê hêzên dewletê ji Nisêbînê koçkirin bi lezgînî berdewam dike. Gulay Bindag û Zeynep Bagdema ku bi dildarî tevlî xebatên piştgitiye bûne bangî hemû kesî kirin ku bi rihê seferberiyê tevlî piştiriyê Nisêbînê bibin.

Serokatiya Daîra Xizmet a Civaki ya Şaredariya Bajarê Mezina Mêrdînê ji malabatên Nisêbînî re di miha rojiyê de giranî dan xebatên kampanya piştevaniyê. Amurên pêdiviya ji bo malabatên koçkirine û li navçeyê Qoser, Kerboran û Artukluya Mêrdînê bicih bûne heya malên wan tên rê kirin. Kampanya bi xebatkarên dildarî didome. Lê hat zanîn ku ji bo malbatan hîn bi piştigiriya zêdetir pêwîste. Herî zêde bi xebatkarên dildar û amûrên zad pedivî he ye.

'Em banga seferberiya piştevaniyê li tevahî gelê xwe dikin'

Zeynep Bagdema ku li Serokatiya Daîra Xizmet a Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê li embara zad bi dildarî di xebitê wiha got: "Em zad li embara Avahiya Xizmeta Civakî kom dikin û em bi gelê xwe re di nava piştgiriyê dene. Ev kar bi rûniştina xemgîniya malê çênabe. Hindik jî be me ji bo gelê Nisêbînê di embarande paketên zad ê piştgiriyê amede kirine û em van pakêtan ji malbatên me ye ku ji Nisêbînê hatin koçber kirin belav dikin. Hestê piştgiriyê tiştek pir xweşe."

Zeynepê diyar kir ku divê gel li malê ne rûnin û tevlî xebatên piştevaniyê bibin û wiha domand, "Em bangî hemû gelê xwe dikin bila werin bi rihê seferberiyê tevlî kampanya ku me ji bo malbatên Nisêbînê dayî dest pê kirin bibin. Ez bawerim ku gelê me dê baldar bin û wê tevlî xebatên piştevaniyê bibin."

'Em dixwazin her kes li hember kampanya piştevaniyê baldar be'

Xebatkara dildar Gulay Bindag jî got ku bila her kes ji bo kampanya baldar be û wiha axivî: "Li embarê bi teybetî pêdivî bi zexîreyên wek birinc, şekir, makarna û tiştên taştê heye. Em dixwazin welatiyên me di çerçoveya pêdiviyan de alîkarî bide. Bila welatiyê me dest bidin gelê Nisêbînê. Ez çawa hatim dildarî di xebitim, ew jî dikarin werin di nava kampanya piştriyê de cih bigirin."

(dt/rc)