Nameyên nûçegihana DÎHA Meltem Oktay tê desteser kirin
10:59
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegihana DÎHA'yê Meltem Oktay ku di dema qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbînê de hatî binçavkirin û piştre jî hatî girtin, nameyên wî ya ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dişîne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê deste ser kirin.
Di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de nûçegihana ajansa DÎHA'yê ya Mêrdînê Meltem Oktay dema geşedanên li navçê dişopand hatî bû girtin û hê jî di girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye. Nûçe û binpêkirina mafên girtiyan Meltem dinivîse û her wiha nameyên ji malbata xwe û hevalên xwe re dişîne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê desteser kirin. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê ku nameyên Meltemê desteser dike, tû hincet jî nîşan nade.
(kom/ozp/rc)