Ekranê Ozgur Gun TV reş kirin

12:39

JINHA

AMED - Lijneya Bilind a Televîzyon û Rodyoyê, der barê Ozgur Gun TV de ji ber ku bi riya telefonê der barê kuştina 2 kesa û birîndariya 12 kesên li Cizîrê de agahî girt, rojekî ekranê wê hat tarîkirin. Dîsa buyera êrîşê ya ku kameramanê ÎMC TV'yê Refîk Tekîn jî têde birîndar bû, dîmenên kişandin a ku tîmên taybet bi zelalî tên dîtin jî wekî ji hêla RTUK'ê ve wekî "îftira" hat şîrovekirin, hat gotin ku heke "sûc" bê dubarekirin dê lîsansa wan bê betalkirin.

Lijneya Bilind a Televîzyon û Rodyoyê (RTUK), rojekî ekranê Ozgur Gun TV'yê reş kir. Hincetên reşkirinê jî dîmenên buyera di 20'ê çileyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat nişandan. Di êrîşa tîmên taybet de 2 kes hatibûn kuştin 12 kes jî birîndar bûbûn. Di biryara mijara gotinê de ev tişt hat gotin: "Îftirayên wekî hêzên dewletê sivîl hedef girtine û li wan îşkence hatiye kirin, xebatên rêxistina terorê ya ku bûn sedema operasyonan ji nedîtî ve hat, bi vê rêyê li hemberî rewabûna dewletê cih dide gotinên rikbar. Ev jî zerarê dide welatiyên dewleta TC'yê."

Di biryarê de hat diyar kirin ku ji ber heman sedemê, di 21'ê cotmeha 2015'an de li Ozgur Gun TV'yê cezayê pere hatiye birîn û rojek cezayê girtinê hatiye dayîn. Di biryarê de hat gotin ku heman îhlal bê kirin, dê li gorî xala 8'emîn a weşana li ser logoyê Ozgur Gun TV'yê tê kirin bê betalkirin. Her wiha di 11'ê çileyê de akademîsyenê ku beşdarî bernameya Ozgur Gun TV ya bi navê "Alternatîf Medya" bû, bi îdiaya heqaret li Serokomar û Serokwezîr kiriye, 14 hezar 359 TL pereyê ceza li televîzyonê hatibû birîn.

Di 8 mehan de 73 hezar TL û 2 hefte qedexeya weşanê

Roja ku Ozgur Gun TV dest bi weşanê kiriye heta niha gelek caran bû hedefa RTUK'ê û gelek caran cezayê pera lê hat birîn. Tenê di nava 8 mehan de 73 hezar TL cezayê pere lê hat birîn û 2 hefteyan jî ekranê wê hat reşkirin.

(zt)