Ji navê Arîn Mîrxan tirsiyan
12:54
JINHA
RIHA - Tabelaya Arîn Mîrxan a li navçeya Pirsûsê ji aliyê polîsan ve hat daxistin. Welatiyên Pirsûsê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û diyar kirin ku cîhan hurmetê nîşan dide, polîsên tirk êriş dikin. Welatiyan, da zanîn ku dibe tabelayê daxin, lê nikarin wan ji dilê wan derxin.
Arîn Mîrxan bi têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di cîhanê de bû nav û deng. Arîn Mîrxan di 5'ê Cotmeha 2014'an de li dijî DAIŞ'ê çalakî pêk anî û çalakiya wê li hemû cîhanê belav bû. Hemû cîhan û alemê ji ber çalakiya Mîrxan hurmet nîşan dan, lê Tirkiye tehamûl nake. Li taxa Yildirim a navçeya Pirsûsê ya Rihayê polîsan tabelaya parka Arîn Mîrxan daxistin xwar. Şaredariya Pirsûsê di sala 2015'an de park ava kir û navê şervana YPJ'ê Arin Mirxan (Dilar Gencxemîs) li parkê kir. Polîsên Pirsûsê bi operasyonek şev nîvê şevê tabela daxistin xwar. Qeymeqamiyê jî îdîa kir ku bêyî biryara meclîsê nav hatiye dayîn. Balkêş e tabela salek e hatiye daliqandin û gelê Pirsûsê wekî Parka Arîn Mirxan dizane. Piştî oprasyonên li Rojava pêş ket û serkeftinek mezin hat destgirtin êrîşên li dijî nirxên Rojava zêde bû.
Gelê Pirsûsê bertek nîşanî daxistina tabelayê da û diyar kirin ku ev li dijî nirx û vîna gel bê hurmetî ye. Welatiyan da zanîn ku dibe tabelayê daxin, lê nikarin Arîn Mîrxan ji dilê me derxin. Welatiyan, da zanîn ku Arîn Mîrxan li girê Miştenurê li dijî DAIŞ'ê çalakî pêk anîbû û dengê şerê li Kobanê li cîhanê belav kiribû. Welatiyan anîn ziman ku hemû cîhan hurmetê nîşan dide, lê polîs tabela dadixin. Piştî çalakiya Arîn Mirxan bi hezaran kurdan navê zarokên xwe kirin Arîn Mîrxan.
(zt)