Li Tirkiyê dawî li şidet û hovîtiya mêr nayê

12:58

JINHA

ANTALYA - Jina bi navê Emîne Gezîcî piştî li Antalyayê koçî Erzînganê kir, hem ji hêla hevjînê xwe û hej jî ji hêla malbata hevjînê xwe ve bi awayekî hovane hat îşkencekirin.

Şideta li hemberî jinê ya ku li Tirkiyeyê derketiye lûtkeya herî jor, her roj ji hovîtiyên li hemberî jinan yeke din lê zêde dibe. Ji van jinan yek jî jina bi navê Emîne Gezîcî ya 30 salî ye. Hovîtiya li hemberî Emînê berî 8 mehan piştî bi kesê bi navê Abdullah Gezîcî re dizewice destpê dike. Piştî zewacê malbat ji navçeya Serîk a Antalyayê koçî naveçya Têrcanê ya Erzinganê dike û êdî rojên îşkenceyê li vir dest pê dikin.

Cîranên Emîne berî çende rojan li ser giliyê li cendirmeyan, malbata Gezîcî wê tînin Antalyayê û li Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeyê bi cih dikin û li vir tedawiya wê destpê dike. Emîne ji ber îşkenceya ku dîtiye, mil û lingên wê hatiye şikandin, ji serê xwe jî birîndar bûye. Emîne der barê îşkenceya ku ditiye agahî da.

Ji hêla malbatê ve hat îşkencekirin!

Emîne diyar kir ku piştî bi Abdullah Gezîcî re zewiciye, ji bo şivantiyê bikin hatine navçeya Têrcanê, li vir hemû kar û barên malê li ser wê de hatiye hiştin. Ev jî têrê nekir bi awayekî hovane hat îşkencekirin. Emîne aşkera kir ku xezûrê wê Azîz Gezîcî bi dehan caran bi bêrê li serê wê daye, ji ber derbên bêrê serê wê şikestiye. Emîne got ku hevjînê wê Abdullah Gezîcî jî bi daran li wê daye. Emîne ya ku ji hêla tevahiya malbatê ve hat îşkencekirin, aşkera kir ku milê wê jî ji hêla baltûza wê ve hatiye şikandin.

Di axûrê de hat girêdan

Emîne de dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di axûrê de hatiye girêdan, bi darê şil lêdan xwariye, di axûrê de tî û birçî hatiye hiştin. Hat gotin ku di axûrê de malbatê xwestiye difina wê jêkin, dema axûrê de hatiye girêdan ji bo pêwistiyên xwe yên vexwarina avê peyda bike, ava baranê vexariye.

Ji ber hovîtiyê travma derbas kir

Emîne ji ber îşkenceyê travma derbas kir, dema radizê jî ji xewê vediciniqe. Emîne ku zêde nikare biaxive, bi rêya birayê xwe Halîl Kardaş ev tişt hat gotin: "Ji ber ku di dema pez çêrandinê de nikaribûye ji berpalê derkeve, bi awayekî hovane hatiye derbkirin. Li çolê bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû maye, hevjînê wê marê kuştî li stûyê wê gerandiye û mer xistiye devê wê." Halîl diyar kir ku dema bi telefonê bi xwişka xwe re axivî ye, xwişka wê daye zanîn ku neynûkên destê wê hatine kişandin.

Helîl got ku agahiya hemû welatiyên gund ji vê hovîtiyê hebûye, lê tu kesî dengê xwe dernexistiye, piştî der barê buyer agahî ji cendirmeyan re diçe, rewş dertê holê. Halîl bi lêv kir ku piştî ew çûn Erzinganê, ji ber ku xwişka wî der barê kesî de gilî nekiriye, tu kes nehatiye binçavkirin. Piştî giliyê Halîl, Abdullah Gezîcî hat binçavkirin. Halîl bang li saziyên jinan kir ku xwedî li xwişka wê derkevin.

(rc)