Gardiyanan îskenceya zayendî li malbatan kirin!

13:44

JINHA

BALIKESİR - Malbatên ku ji bo hevdîtina zarokên xwe çun Girtîgeha jimara 2 Tîpa T ya Bandırmayê rastî îskenceya zayendiya gardiyanan hatin.

Li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê îskence û tindiyên mezin ser girtiyan berdewam dikin. Malbatên ku duh ji bo hevdîtina zarokên xwe çun Girtîgeha jimara 2 Tîpa T ya Bandırmayê rastî îskenceya zayendiya gardiyanan hatin. R. Y diyar kir ku gardiyanan bi helwestên ger ew lêgera tazî nepejirînin dê wan negirin hevdîtinê ew tehdîdkirine û got: "Li gel ku min ji wan re regilbûna xwe got û lêgera tazî nexwest jî bi zorê ser min lêgerîn kirin. Min bertek nîşanî gardiyanê dê li pedê min mêzekiribana da û min nepejirand."

'Dayik neçarî lêgera tazî kirin'

R.Y bilêvkir ku gardiyanan ser dayikan lêgera tazî kirine û wiha domand: "Piştî ku min xwe nerazî kir êdî dest ji lêgerîna min berdan, li dayikan jî tehdida ger hun lêgera tazî nepejirînin hunê zarokên xwe nebînin kirin. Ji ber ku piraniya dayikan tirkî nizanin gardiyan çî bêjin wê dikin. Min ji bo lêgera taziya li ser dayikên li gel min dikirin xwe nerazî kir, lê ji bo yên ne li gel min bûn min nedikarî tiştekê bikim. Her diçe ev pirsgirêk li girtîgehan mezin dibin. Heta di salên 1990'an de jî wiha nebû. Dayik li ber derê van girtîgehan îskenceya derunî dibînin."

(zt)