'Bi Ruhê Geziyê ber bi avakirina Cizîrê'
13:50
JINHA
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, bi silogana "Bi Ruhê Geziyê ber bi avakirina Cizîrê" ji bo avakirina Cizîrê ji Stenbolê derketin rê.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi boneya alîkarî û avakirina Cizîrê bi silogana "Bi Ruhê Gaziyê ber bi avakirina Cizîrê" ji Stenbolê derketin rêya Cizîrê. Ciwan li rawestgeha Încirlî ya Bakirkoyê ya Stenbolê li hev kom bûn û berê xwe dan Cizîrê. Endamê meclîsa ciwaan Nazif Turkan (24), anî ziman ku wan 600 pirtûk li gel xwe anîne û dê van pirtûkan li zarokên Cizîrê belav bikin. Endama meclisa ciwanan Berfin Zelal Karadag (21) jî anî ziman ku divê li Cizîrê atolyeya zarokan bê avakirin û dê atolyeyê ava bikin.
Di çarçoveya kampanyayê de îro ji Îzmir, Enqere û Edeneyê jî ber bi Cizirê ve derketin rê.
(zt)