Ketin û derketina Şirnexê qedexeye!
15:04
JINHA
ŞIRNEX - Tevî daxuyaniya "Operasyon qediya ye" dewlet destûrê nade mirov biçin Şirnexê û jê derkevin. Çeteyên Qesrê, avahiyên li Şirnexê bênavber hildiweşînin.
Tevî daxuyaniya "Operasyon qediya ye" dewlet destûrê nade mirov biçin Şirnexê û jê derkevin. Çeteyên Qesrê, avahiyên li Şirnexê bênavber hildiweşînin. Tevî rayedarên dewleta Tirk dan xuyakirin "operasyonên li Şirnexê qediyan e' jî, bajar hînê dorpêçkirî ye. Malbatên dixwazin bikevin hundirê bajêr û ji bajêr derkevin serlêdanê dikin, lê belê bi gotina "ketin û derketin qedexe ye" destûr ji mirovan re nayê dayîn.
Di heman demê de li gelek taxan, hînê xanî tên şewitandin. Di nava du roja de li taxa Gazîpaşayê gelek xanî û kargeh hatin şewitandin. Li taxê heta niha bi sedan avahî şewitîne û hatine hilweşandin. Li taxa Bahçelîevlerê jî ev sê hefte ne her roj bi dorê xanî tên xerairin. Hin xanî bi teqemeniyan tên hilweşandin. Li taxên Yenî, Cûmhûriyet, Dîcle, Yeşîlyûrt û Aydinlikevlerê, xanî û kargeh tên şewitandin. Her wiha ji maşîneyên zirxî jî gule li wan tên reşandin.
Danê sibehê jî gelek çeteyên Qesrê yên ji bo qirkirinê hatibûn bajêr, tevî hin maşîneyên zirxî ji bajêr derketin.
(zt)