Jinên Başur: Êdî dema kongerya netewî hatiye

15:21

JINHA

GERMIYAN - Jinên Başurê Kurdistanê yên di nava hewildanên çêbûna kongreya netewî de gotin: "Jin beşê herî giringin di nav civakê de. Ji bo parastina mafên xwe di hemû warî de, pêwîste ji bo pêkhatina kongreya neteweyî xebat bikin.”

Li Herêma Kurdistanê her diçe daxwazên ji bo pêkhatina kongreya neteweyî dinava hemû pêkhate û çînên civakê de zêde dibe. Li ser pêkhatina kongreya neteweyî endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê ya Germiyan Newroz Fatîh û Sekretera Şaxa Germiyan a Komeleya Jinên Kurdistanê Nermîn Osman nirxandin kirin.

Newroz Fatîh têkildarî rolê jinan ji bo pêkhatina kongreya neteweyî wiha got; “Pêwîste hemû çîn û pêkhate rolê xwe yê di pêkhatina kongreya neteweyî de bibînin. Ji ber ku di vê demê de pêkhatina kongreya neteweyî ji hemû tiştekî giringtire ji bo gelê Kurd. Êdî dema wê jî hatiye li Başûrê Kurdistanê jin jî dakevin qadan, li ser aliyan zextê bikin ji bo kongreya neteweyî pêk bê. Ez bang li hemû rêxistinên jinan dikim, li Başûr jinên Kurd li Bakûr û Rojava jî tevlî xebat û têkoşîna niştîmanî bibin. Bila li Başûr jî jin rêxistinbûna xwe bihêz bikin û ji bo pêkhatina kongreya neteweyî zextê li ser aliyên siyasî bikin.”

Sekretera Şaxa Germiyan a Komeleya Jinên Kurdistanê Nermîn Osman jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Pêwîste li Başûr jin jî weke li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji bo pêkhatina kongreya neteweyî rolek giring bilîzin. Ji ber ku kongreya neteweyî bê cûdahî di berjewendiyê hemû çîn û pêkhateyan de ye. Pêwîste êdî jinên dinava rêxistin, çalakvan û yên civakê de ji bo pêkhatina kongreya neteweyî xebat bikin. Jin beşê herî giringin di nav civakê de. Ji bo parastina mafên xwe di hemû warî de, pêwîste ji bo pêkhatina kongreya neteweyî xebat bikin.”

(zt)