HDP'ê komisyon terikand
16:22
JINHA
ENQERE - HDP'ê di hevdîtinên pêşnûmeya qanûna ku "mertalê destnedayînê" ji bo leşkeran tîne de ji bo şermezarkirina tifaqa qirêj a hersê partiyan hevdîtin terikandin.
Di komîsyona ku hevdîtinên pêşnûmeya qanûna ku "mertalê destnedayînê" ji bo leşkeran tîne de HDP'ê ji komîsyonê xwe vekişand. Beriya ku hevdîtinên fermî îro dest pê bikin duh bi beşdariya leşkeran birîfing hatibû dayîn û îro jî hersê partî li ser pêşnûmeyê li hev kirin, tenê HDP'ê muxalefet kir. Piştî ku navber hat dayîn HDP'ê tifaqa hersê partiyan a ji bo destura qatlîamê şermezar kir. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş diyar kir ku hersê partî ji bo wesayeta leşkerî li hev kirine hikûmet jî teslîmî wesayeta leşkerî bûye, siyaseta sivîl û demokrasî hatiye qetilkirin ji ber vê yekê jî mayina di hevtînan de bêwate ye û biryara xwe aşkera kir.
Li dijî tifaqa hersê partiyan HDP'ê komîsyon terikand û ji salona ku hevdîtin dihat kirin derketin.
(zt)