Hevşaredara Elkê Seyran Argan hat girtin

16:36

JINHA

ŞIRNEX – Hevşaredara Elkê Seyran Argan ku dûh ji aliyê polîsan ve hatî binçavkirin, ji ber îlan kirina rêveberiya xweser bi hincetên “Endamê rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirinê” hate girtin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê Hevşeradara navçê Seyran Argan ji ber îlan kirina rêveberiya xweser ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Elkê ve biryara lêgerînê hatî bû dayîn û dûh jî ji aliyê tîmên taybet ve dema daketina Şaredariya Elkê hate binçavkirin. Piştî îfadeyê Seyran li Miduriyeta Emniyetê ya Elkê, derxistin 1. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê. Ji aliyê Serdozgeriya Şirnexê ve carek dîn îfadeya Seyranê hate girtin û bi hincetên “Endamê rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirinê” daxwaza girtinê sevqê dadgehê kirin.

1. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê carek din serî li îfadeya Seyran Argan da û bi hincetên “Endamê rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirinê” girtin. Seyran birin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

(kom/ozp/zt)