Li piştevanên Rojnameya Ozgur Gundemê lêpirsîn hat vekirin
16:37
JINHA
STENBOL - Kampanyaya piştgiriyê "Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî" ya ji hêla Rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye destpêkirin, ji 5 keksên nû yên peywîra gerînenedeya giştî girtin ser xwe, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Bi nav lêpirsînan re, hejmar derket 31'an
Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di dorpêça darêza de ye, ji bo piştgriyê kampanyaya "Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî" ji hêla Rojnameya Ozgur Gundemê ve hat destpêkirin, piştî hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û Hakki Boltan û rojnameger Necmiye Alpay, Kemal Can û Ahmet Nesîn piştgirî dan kampanyayê, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Nûçe û nivîsên ku der barê wan de di rojnameyê de hatin weşandin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine lêpirsîn hat destpêkirin. Bi van lêpirsînan re, hejmara kesên ketin ber lêpirsînê derket 31'an. Kesên der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin navên wan wiha ne: Serokê Çapemeniya Basın-Îşê Faruk Eren, rojnameger Ayşe Duzkan, Ertugrul Mavîoglu, Celal Başlangiç, Ragip Duran û Fehîm Işik.
Rojnamegerên berî heftetyekê der barê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin jî ev in: Îhsan Çaralan, Işin Elîçîn, Murat Çelîkkan, Ugur Karataş, Oncu Akgul, parêzer Ayşe Batumlu û wekîlê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, dê ev kes di 13'ê hezîranê de li Edliyeya Stenbolê ya li Çağlayanê îfedeyê bidin.
(zt)