Şewata Çiyayê Cûdî her diçe belav dibe

17:09

JINHA

ŞIRNEX - Agirê ku li Çiyayê Cûdî bi zeviyan ketiye belav dibe. Şewata li herêma Hesana û Dola Kemole derket, bi bandora ba belav dibe.

Agirê ku li herêma Hesana û Dola Kemole ya ya Çiyayê Çûdî derket bi bandora ba her ku diçe belav dibe. Agirê ku ber bi nava çiyê ve belav dibe, nayê vemirandin. Welatiyên ku dixwazin vemirînin, bi hinceta "ewlehiyê" ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin. Ji agir belav dibe duxana wî jî ewrekî reş li ezman çêkiriye.

(zt)