Bertek li hember cezayê ji Çîlem Dogan re hatî dayîn mezin dibe

09:03

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL - Çîlem Dogan yê ku bi gotina "Ma her dem jin wê bimrin? Bila hindek mêr jî bimirin" di hişmê mirovan de cih girt, ji ber cezayê ku girtiye bertekê jinan zêde dibe. Jinan diyar kirin ku ew di warê parastina cewherî de Çîlemê ji bo xwe pêşeng dibînin.

Çîlem Dogan ku li hemberî Hasan Kabulut ku şîdet lê dikir, mafê parastina cewherî bikaranî û di wê navberê de ew kuşt, der barê wê de 15 sal cezayê girtinê hat birîn.Têkîldarê cezayê bertekê jinan zêde dibe. Xwendekara lîseyê Îdîl Şaşkin diyar kir ku ew ji serî ve doza Çîlemê dişopand û wiha got, "15 sal cezayê girtin ji bo Çîlemê ne heqiyek mezine. Ez wek jinek li Tirkiyê parastina cewherî ji bo jinek gelek girîng dibînim. Çîlem di warê parastina cewherî de ji bo tevahî jinan bû pêşeng. Hişyarî avakir."

'Jin dê parastina xwe yê cewherî pêk bîne'

Muzîkjen Kardelen Pinar cezayê ku ji Çîlemê re hatî dayîn nirxand û wiha axivî, "Di rewşên wiha de cezayên ku didin mêr û jinan ji hev cûda ne. Hestên min berî doza Çîlemê jî hember pergala hiqûqa Tirkiyê şikestibû. Ji ber pergalek yê wek hevî tineye her dem min de hejandin çêdike. Her ku diçe hêrsa min hember hiqûqa Tirkiyê mezin dibe. Ez jinek muzîkjenim, gelek car dereng diçim mala xwe. Ez naxwazim di civakek wiha de kes parastina min bike. Di rewşek wiha de jin dê parastina xwe yê cewherî pêk bîne."

(rc)