'Erbana qîrîna jinan e’

09:04

JINHA

MÊRÎN- Jinên li Qoserê diçin qursa erbaneyê ya ji aliyê Navenda Çan û Hunerê ya Şehîh Elî Temel dibin, hestên xwe derbasî enstrumanên xwe dikin. Jin dibêjin ‘Erbane qîrîna jinan e.”

Di çanda Kurd de yek ji enstrumanên herî girîng erbaneye. Bi dengê xwe mirovan ji xwe re heyran dihêle. Jin eleqeyeke mezin nîşanê qursa erbaneyê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel ya girêdayê Şaredariya Qoserê ye, didin. Di kursa erbaneyê ya ku 10 jin tênê, hefteyê rojekê saetek û nîv perwerdê dibînin.

Arîfe Abîk ku ji zarokatiya xwe de tê navenda çandê ev saleke dersa erbanê dide. Arîfeyê diyar kir ku dema ew dersa erbanê dide gelek kêfxweş dibe û wiha got: “Erbane qîrîna jinê ye. Ev enstruman ji bo jinê cudaye, bi nirxe. Erbane yek ji ensturman herî bi nirx a Kurdane. Ez dixwazim hemû jin bên vir û vê enstrumanê hîn bikin çanda xwe hîn bikin.
Her wiha Arîfeyê diyar kir ku ew dixwaze bi jinên ku tên vir re projeyekê pêş bixînin.

‘Hestên xwe derbasî Erbanê dikin’

Arîfeyê bi lêv kir ku jinên ku hepsê malê hatine kirin, bi van bernameyan qadên xwe yên civakî ava dikin û got: “Dema jin erbaneyê digirin destê xwe, xwe baş hîs kirin. Hestên xwe derbasî erbanê dikin.”
Ji xwendekaran Ozlem Helîn Killiç diyar kir ku ji ber di çanda kurd de erbane heye xwestiye fêr bike û got: “Ev meheke ez têm kursê. Ez xwe kêfxweş dibînim. Bi hezkirin vê enstrumanê lê didim.”
Asli Îlhan jî got: “Ev sê hefteye ez têm kursê. Ez dixwazim xwe pêş bixim. Ez dixwazim kesên din jî fêrî vê bikim.”

(hu)