Jinên li kolanan bertek nîşanî gotinên serokomar dan

09:04

JINHA

STENBOL - Me pênaseyê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ya "Jin nîvco ye" ji jinên li kolana pirsî. Jina jî hem bersiva pergala desthilatdariyê hem jî bersiva serokkomar dan.

"Ez ji wekheviya jinan û mêran bawernakim", "Kurtaj cinayete, " malbatên misilman tucar kontrola welidandinê nakin", "Jinên ku dayîktiyê red bike nîvcoyê".... Serokkomar Recep Tayîp Erdogan her ku dest bi axaftinê dike jinan digre hedefê xwe û bi gotinên zayendî jinan dixwe hedef. Bêguman têkoşîna rêxistinên femînîs û aktîvîstan li hember van gotinan bi dawî nabe. Me vê carê mikrofona xwe direjî dilê jiyana kolanan kir û gava me pirsa "Jin nîvco ji bo we tê çi wateyê?" Me bersivên ku koka peyvên zayêndiyê dawî bike girt.

Bersivên jinan wiha bûn:

Saliha Yayci: Peyvek ku mirov bibejê "Jinên nîvco' nîne. Li gorî min ya ku ew gotin kirî nivco ye. Ez tevlî gotinên Serokomar nabim, zarokê min jî nîn in. Dibe ku jin çêkirina zaroka tercih neke.

Nuran Serdi: Gotina 'jina nîvco' vala ye. Ne pêwîste ku mirov van nîqaşa bike. Jin dizane ku jine û ye ku nizanin jî em dikarin wan hînbikin."

Fatma Guneş: Peyvek 'jin nivco ye' qey heye? Jin hertişte jin evîne, dest e, ked û rih e. Ez gotinê Serokomar ji xwe re wek haqeret di hasibînim. Min li gotinên Erdogan guhdar kir û ez wî şermezar dikim. Erdogan bi van gotinan haqerat li jinan kiri ye. Fikra min divê hemû jin gotinên Erdogan şermezar bikin."

Mîne Evren: " Em van gotinan qabûl nakin. Gotinê wiha nîne û em qabûl jî nakin."

Işil Dayioglu: "Gotina nîvco ku ji bo jinan hatiye gotin tucar nayê qabûl kirin. Ez pêdivî nabînim ku nîqaş jî bikim. Hemû mirov bi qîmetdarin. Tu kes nikare peyva nîvco ji jinan re bibêje. Ev cahîltiye.

Havva Gulşen: "Ma 'jinên nîvco' he ye? Jin hertim tamame û yê ku gotî 'jina nivco' ew bi xwe nîvco ye. Erdogan êrîşî jinan dike ji bo nikare bi jinan. Armanca wî ku rojevê bi guhe re."

(dt/rc)