Hunera destan bi kedê jinan tê jiyandin

09:06

Sorgul şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Li bajarê Til Temirê Şukriye Salih bi karê destan û afrîneriya hunerê bûye navenda parvekirina jiyanê ligel jinan. Şukriye got, "Ez ji hemû kesê hêvî dikim ku xwedî li çand, dîrok û hunera xwe ya kevnar derkevin. Ji ber her diçe nirxan hunera karên destan kêm dibe, lê baweriya min heye ku dê heya dawiyê hunera destan bi saya jinên kedkar ku ji jiyanê hez dikin, zindî bimîne."

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê her jinek reng dide jiyanê û wiha dike ku çanda xwe zindî bihêle. Herî bêtir jî jin bi hunera karên destên hestên xweşik û bedew tînin ziman. Yek ji van jinan Şukriye Salih (38) dayîka 5 zarokan e. Şukriye da zanîn ku beriya 7 salan dest bi hunera karên destan kiriye û got "Huner jiyanê xweşik û bedew dike."

'Em berhemên xwe li gel hev parve dikin'

Şukriye Salih anî ziman ku huner rengê bedewiya jiyanê ye û wiha got, "Ez bixwe jî ji karên destan hez dikim. Wiha sebra min tê. Ez bi her aliyek hestên xwe neqiş dikim. Kedê destan dibe wesîleyê piştevaniya jinan jî. Em berhemên xwe ligel hev parve dikin. Her wiha ji bo pêdiviyên xwe ez difroşim. Ez hercarê tişteke nû çêdikim. Carna gore, carna cilên zarokan, kirasên pêlîstokan, tiştên xemla malê û hwd. Her wiha min pir jin jî fêrî karên destan kiriye. Ez wan teşwîq dikim ku tiliyên wan hunerê biafirîne."

'Ev kar bûye beşek ji jiyana min'

Şukriye bilêv kir ku ew di nava şert û mercên jiyanê ên giran têkoşîna jiyanê daye û wiha pêde çû, "Hevjînê min di sala 2009'an di encama trafîqê de jiyana xwe ji dest da. Berpirsyariya malê tev ket ser milên min. Bi afrînerî û kedê xwe ez zarokên xwe xwedî dikim û ser piyên xwe disekinim." Şukriye anî ziman ku huner û karê destan bûye beşek ji jiyana wê û wiha pêde çû, "Bi vê keda xwe ez heman demê de çanda xwe didim jiyandin." Şukriye got ku jinên taxê bi baldarî karên wê dinêrin û ji taxên bajêr ji bo kirîna berhemên wê tên.

'Çand bi saya jinan wê zindî bimîne'

Şukriye dawiyê de got, "Ez ji hemû kesê hêvî dikim ku xwedî li çand, dîrok û hunera xwe ya kevnar derkevin. Ji ber her diçe nirxan hunera karên destan kêm dibe, lê baweriya min heye ku dê heya dawiyê hunera destan bi saya jinên kedkar ku ji jiyanê hez dikin, zindî bimîne."

(hs/rc)