'Divê em nîşan bidin ku mirovahî hîna li ser piyane’

09:07

Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED – Jinên k udi xebatên piştevaniya bi gelên Gever, Nisêbîn û Sûrê de cih digirin, tên depoyê û pakêtan amade dikin. endama Egîtîm Senê Arîn Zumrut bang li her kesî kir û got: “Niha em dest nedin hev, em piştgiriyê nedin hev emê pir poşman bibin. Ji kesên ku dibêjin mirovahî miriye re înat, divê em nîşan bidin ku mirovahî li ser piyane.”

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava, ji bo bajarên hatin wêrankirin û şewitandin kampanya didomin. Kampanya bi piştgiriya dilaran dimeşe û jin jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Li Amedê di çarçoveya kampanyayê de alîkariyên tên li Sumerparkê di depoyê de tên berhevkirin. Dildar li vir alîkariyan pakêt dikin û dişînin Sûr, Gever û Nisêbînê. Meqerne, ard, rûnd, birinc, şekir, avafiringiya, bilxur û her wekê din dixin torbeyan û ji bo malbatan pakêt tên amadekirin.

Jinên ku her roj bi dildarî tên depoyê û dixebitin, diyar dikin ku ev berpirsyariyeke mirovahiye û got divê her kes xwe beşdarî vê piştevaniyê bike. Endama Egîtîm Senê Arîn Zumrut diyar kir ku divê her kes hestiyariyê nîşan bide û got: “Em tenê alîkariya aborî naxwazin. Em dikarin destê xwe dirêjî wî gelî bikin.”

‘Em nekarin wek temaşevan bimînin’

Arînê got ew wek endamên Egîtîm Senê hema hema her roj piştî dibistanê tên depoyê û ji bo alîkarî bigihêjin cihê xwe dixebitin û got: “Çi ji destê me bê em dikin. Em di pêvajoyek giran de derbas dibin. Em bedelên giran didin. Li Gever, Nisêbîn û Sûrê mirov bê mal dimînin. Bi çeteyên xwe ji malê derketin. Em nekarin temaşevan bimînin. Niha 3-6 malbat bi hev re dimînin. Ji ber ku li kolanê nemînin. Çi di destê wan de hebû winda kirin. Çi ji destê me bê emê bikin.”

‘Her kes dikare ji bo pakêtkirinê alîkarî bide’

Arînê di dawiya axaftina xwe de got: “Her kes di nava rojê de di demên vala de dikarin bên vir û ji bo pakêtkirinê bibin alîkar. Dikarin ji bo malbateke Sûrê, di paqijkirin malê, kolanê de bibin alîkar. Divê em bi hev re tevbigerin. Em dest nedin hev, piştgiriyê nedin hev emê poşman bibin.”

(hu)