Zarokên Xaçortê: Em polîsan li taxên xwe naxwazin

09:10

JINHA

WAN- Li Wanê hêzên dewletê li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê bi maşîneyên zirxî her roj heya derengî şevê digere. Zarokên taxê jî bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin, "Em êdî naxwazin polîsan li taxên xwe bibînin. Em dixwazin di nava kêfxweşiyê de lîstikên xwe bilîzin."

Hikûmeta AKP'ê li bakûrê Kurdistanê piştî konsepta şer xist dewrê, li gelek bajarên Kurdistanê aramiyê jiyanê nema. Li Taxa Xaçortê ya Wanê hêzên dewletê her roj li taxê digerin û aramiya welatîyan xirab dikin. Gerîna belafiran ku bûye rewşek asayî, welatiyan tengezar dike û lîstika zarokan li kolanan diherimîne. Zarokên taxê bertekên xwe li hember polîtîkayê çewsandinê anîn ziman û gotin, "Em naxwazin her roj polîs bi wesayîtên xwe ên zirxî li kolanên me bigerin. Em dixwazin li kolanên xwe azad bilîzin."

'Em nikarin mala xwede aram bijîn'

Zarokê bi navê H.G (10) pirsgirêkên ku dijî anî ser ziman û wiha axivî, "Gelek hevalên min hene. Hema em nikarin derbikevin û lîstikên xwe bilîzin. Polîs her roj tên ser malên digrin. Êdî em nikarin mala xwede jî aram bijîn. Pêşiya çend rojan polîsan li ser mala me de girt û îşkence li malbata min jî kir. Ji ber tundiya hêzên dewletê em nikarin azad tevbigerin. Min bîsîkletek heye û min bi dilê xwe ji xwera sitand. Ez nikarim taxê bîsîkleta xwe bi keyfxweşî biajom. Em nikarin ji ber polîsan derbikevin."

'Havîn hat em nikarin malê de derbikevin'

Zarokê bi navê K.A (15) jî wiha got, "Dibîstan tên girtin. Tevî hevalên xwe me xeyalê derbaskirina havînê dikir. Havîn hat em nikarin derbikevin taxa xwe û lîstikên xwe bilîzin. Polîs dema ku pê wesayîtên zirxî tên taxê em hemû ditirsin û diçin malên xwede. Cihê lîstikên me kolanên me ne. Polîs wan jî pê maşîneyên zirxî digre. Dengê bombe û çekên polîsan hemû deran tê bihîsandin. Êdî xaçort gelek xetereye."

'Ji ber polîsan em girêdayî malê bûn'

Zaroka bi navê E.U (9) diyar kir ku ew dixwaze ligel hevalên xwe kolanan bilîzin û wiha got, "Ez hez dikim bi gel hevalên xwe derbikevim kolana bigerim. Ji ber polîsan dayika min dibêje dernekeve. Em jî ditirsin û ji ber polîsan jî em nikarin lîstikên xwe bilîzin. Em ji ber polîsan girêdayî malê bûne. Hêvî û dexwazê min ez li gel hevalên xwe demên xweş biborînim û bilîzime."

'Bila polîs ji taxên me derên'

Di dawiyê de jî zarokê bi navê B.Ç (9) salî jî da zanîn ku her roj li taxên wan teqîn pêk tên û wiha pêde çû, "Ji ber wê jî em nikarin derbikevin û lîstîkên xwe bilîzin. Dema em derdikevin polîs tên û em bazdidin û dikevin malê. Ez gelek hez dikim lîstikên xwe bi gel hevalên xwe bilîzim lê ew demeke dirêje em malê dene. Bila polîs taxa me de derbikevin em jî keyfxweşbin."

(hk-htk/rc)