FKCS ji bo xeyalên nîvco maye temam bike, diçe

09:11

JINHA

STENBOL- Endamên FKCS’ê di komkujiya salvegera Pirsûsê de wê li Cizîr, Kobanê û Pirsûsê bin. Endama SGDF’ê Ceren Çoban got: “Meşa me ya sala bûhrî di 20’ê Tîrmehê de dest pêkiriye wê bidome. Emê li Cizîrê di berxwedana gel de jî cihê xwe bigirin. Azadiya Kobanê azadiya jinê ye. Sala bûhrî şehîda Pirsûsê Ezgî ji JINHA’yê re axivî bû. Gotineke wê dibe rehbera jinên ciwan. Îro jî em dibêjin emê pêngavên Ezgî, Polen û Buşrayê bişopînin.”

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst(FKCS) sala bûhrî bi armanca piştgiriyê bidin avakirina Kobanê û xwedî li şoreşa Kobanê derkevin çibûn Pirsûsê û dema li ber Navenda Çanda Amara daxuyanî didan teqîn pêk hat û di encamê de 33 sosyalîst hatibûn qetilkirin. Heyetên ji endamên FKCS’ê pêk tê wê di salvegera komkujiyê de li Kobanê, Pirsûs û Cizîrê bin.
FKCS vê carê bi piştevaniyê re dixwazin xeyalên hevalên xwe temam bikin. Ji 16’ê Hezîranê wê dest pê bikin û di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Pirsûsê edelet, ji bo her kesî edelet’ wê li 33 nokteyan çalakiyan pêk bînin.

Ji bo rêwiyên xeyalê mîlyonek îmze

Endama FKCS’ê Ceren Çobanê got: “Em dikevin salvegera Pirsûsê û têkildarî komkujiya Enqere, Amed û Pirsûsê de belge dertên holê. Lê hîna dosyaya doza gaziyê Pirsûsê û malbatan nayÊ dîtin. Ji ber veşartîbûn li ser dosyayê heye. Ji bo kujer bên darizandin me kampanya da ddestpêkirin û ji bo Pirsûsê jî ‘Rêwiyên xeyalê di rê de ne û ji bo Pirsûsê mîlyonek îmze’ dan destpêkirin. Emê îmzeyan bişînin wezareta dadê. Bêguman bendewariya me ji dewletê nîne. Ji ber ku di nav kesên komkujiya Pirsûsê plankirin de navê dewletê jî heye.”

Zarokên Gezî, Cizîr û Nisêbînê wê bên cem hev

Cerenê bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de di 8’ê Hezîranê de bi rêxistinên ciwanan re daxuyaniyek dane û got: “Ji bo hevdîtina zarokên Geziyê ya bi zarokên Kobanê re asteng bikin komkujî pêk anîn. Pirsûs komkujiya herî mezin a ciwana ye. Em ji bo 33 rêwiyên xeyalê bi rêxistinanre ligel hevin. Ev gelek girînge.Zarokên Geziyê bi zarokên Nisêbîn, Kobanê re tê cem hev.”

33 rojan wê her carê yek bê bibîranîn

Cerenê got di çarçoveya kampanyayê de 33 rojan wê biguherin roja edeletê û got bername di 16’ê Hezîranê de li cihê ku Berkîn hat qetilkirin dest pê bike. Cerenê got di her roja 33 rojan wê yek bê bibîranîn. Cerenê got wê ji bo şehîdên Geziyê jî edeletê bixwazin.

Cerenê destnîşan kir k udi 16’ê Tîrmehê de wê şeva edeletê pêk bînin û got wê şev li Stenbolê pêk bê û got: “Çalakiya me wê di nav de Stenbol, Îzmîr, Enqere, Artvîn-Hopa, Amed û Samsun jî heye wê li 18b ajaran pêk bê. Di 18’ê Tîrmehê de jî wê bi çalakiya Beyazitê bi dawî be.”

Wê ti xeyal nîvco nemîne

Cerenê wiha berdewam kir: “Di 20’ê Tîrmehê de wê bi armanca pêkanîna xeyalên 33 ciwanî li Kobanê heyeta me daxuyaniyekê bide. Emê nîşan bidin ku ev meş didome. li aliyê din jÎ li Cizîrê komkujiyek pêk tê û emê ligel berxwedana gel bin. Wê ti xeyal nîvco nemîne.”

(hu)