Jinên Şengalê ji bo 19 jinên hatin şewitandin meşiyan
18:35
JINHA
ŞENGAL - Ji bo 19 jin û zarokên li Musilê hatin şewitandin bi pêşengiya Meclisa Jinên Şengalê meşek girseyî li Çiyayê Şengalê hat kirin. Di meşê de jinan helwesta xwe ya li hemberî êrîşkaran anîn ziman.
Jinên êzidi yên di Fermana sê yê tebaxa sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, niha jî li ber çavê hemû cîhanê tên şewitandin. Lê gele Êzîdî êdî ne wek beriye, li hember van êrişên hov yên ser tên meşandin bê deng namînin û ew bi xwe wê hesab ji sûçdarên van buyera bixwazin. Çalakiyên wan ji bo mafê xwe standin û tolhildana fermanan berdewamin. Lî ser vê esasê jînan êzidî ji bo 19 jin û zaroên li Mûsilê hatîn şewitandin meşa girseyi li çiyayê Şingalê lidarxistin. Di meşê de siloganên "Bijî edalet û bimre xiyant", "Bijî dad bimire xiyanet" û "Ji bêdengiyê re na" bilind kirin. Piştî meşê jinan ji bo raya giştî daxwiyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinên Şengalê Xibşê ve hat xwendin.
Xibşê wiha axivî: "Ji çiyayê Şingalê berxwedêr li hember buyere ku 19 jînên li Musilê di qafesekê de hatin şewitandin, em weke meclisa jinên Şingalê bi navê hemu jînên Êzidî dixwazin dengê xwe bigihînin wan xuşk û daykên xwe yên ku li Mûsilê tên şewitin. Em bang li hemû miletê xwe dikin. Em bibin yek dest û yek îtifaq, ji bo em karibin dayik û xuşkên xwe yê destê van hovane rizgarbikin. Dijmin dixwaze gelê Êzidî tune bike. Lê bila baş zanibe ku em ne bi kuştinê ne jî bi şewitandinê xilas nabin. Gelî miletê me yê hêja, werin em dîrok û ala xwe di tariyê de winda nekin û bi berxwedaniya xwe Şingala xwe azad bikin."
Xibşê got: "Em vê hovîtiya li ser keç û jinên Êzidî şermezardikin. Ev nêzikî du salin jinên Êzidî di destê DAÎŞ de dîlin. Li ser wan jînên dîl girtî tim buyerên lî diji mirovahî tên meşandin. Lê bila dijmine me baş bizanibin ne bi kuştin û ne bi şewitandinê em xilas nabin. Heta dilopa xwîna me ya dawî emê rabin serhildanê û çi bibe jî em sere xwe ji dijmin re na tewînin. Meclisa jinên Şingal ê ti carî ji neheqiyê re bê deng namîne. Her yekî ku bejê ez mirovahiyê dimeşinim û li ser vê buyerê bê deng bimîne em wî şermezar dikin. Me hêvî heye ku dunya ji bo vî tiştî bê deng nemine û li van dayik û xuşka xwedî derkeve."
Jina ciwan a bi navê Sena Hecî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dema li Musilê ev jin û zarok hatin şewitandin dilê me ji şewitî. Em ticarî vê hovîtiya dujmin qebûl nakin û emê li berxwe bidin. Ew çi qasî me bi agir bi şewitînin emê bi fikir û felsefeya xwe wan bi şewitînin."
Sena di dawiya axavtina xwe de bang li miletê Êzidî kir ku bê deng neminin û got: "Ev roja seri rakirin û berxwedanê ye. Bi taybet hêviya me ji keç û jinên me heye. Bila rabin û bê deng neminin, ji ber ku jin nebe jiyan nabe."
Jinan bi siloganên "Êzîdxan yeke yeke, hol hola tawisî meleke" û "Jin jiyan azadî" meşa xwe bi dawî kirin.
(xx/zt)