Jina xwezayî bi hunerê tê jîndin

09:00

Zîlan Serhan/JINHA

TIRBESPIYÊ- Mamosteya Akedemiya Yekta Herekol a Huner Sîran Ehmed bi hunera destan û boyaxa ku li ser tuwalên xwe çê dike armanc dike ku bibe deng û hawara êşa gelan.

Li bajarê Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê Sîran Ehmed (46) bi hunera xwe çanda jinên xwedewand û xwezayî dide jiyandin. Sîrana ku ji zaroktiya xwe ve eleqeyek mezin nîşanî wênexîzî dide, li zanîngehê jî beşa wêne xêzkirinê hildibijêre. Sîranê ligel astengî û tundiya rejîma Baasê hunera xwe kiriye mala civakê. Sîranê bi çêkirina wêne û peykerên jinên xwezayî dibe deng û hewara êşa gelan. Piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir kesên ku xwedî huner bûn dikarîbûn êdî rehet karê xwe bikin. Li bajarê Tirbespiyê jî Akademiya Yekta Herekol a Huner hate vekirin, ji her sê Kantonan kesên ji hunerê hezkirî berê xwe didin vê Akademiyê. Dema ku ev Akademî hat vekirin, Sîran jî tevlî xebatê bû û karê xwe yê ku dev jê bernedabû li wir domand. Sîran niha wane dide zarokên di navbera temenê 10 û 15 saliyê de. Odeya xwe ya wane dayînê jî kiriye mîna pêşengehekê, bi peyker û dehan wêneyên ku bi xwe çêkirine, wir xemilandiye.

'Ez dixwazim dîroka jinê bi hunerê bidim jîndin'

Sîran Ehmed di warê karê xwe de û di dema her sê salên derbasbûyî de 7 pêşengeh li bajarê Dêrik, GirkêLegê, Rimêlan û çar pêşengehên din li bajarê Tirbespiyê li dar xistiye. Her wiha îsal di Mîhrecana Şano de beşdar bû û berhemên xwe yên hunerî di wir de nîşan da. Sîran her zêde di berhemên xwe kar û rewşa jinê di nava civakê de dide xuyakirin. Sîranê têkîldarê xebata xwe wiha dibêje, "Ji ber dîroka jinê hatiye windakirin, ez dixwazim karê min dîrok û keda jinê vebêjin û çanda resen a jina afrêner bidim zindîkirin."

(hs/rc)