Jin careke din çanda resen zindî dikin
09:02
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Jinên navçeya Cindirêsê amûrên xwe ên dîrokî destar heya roja îro didin jiyandin. Henîfe Reş Koşkar diyar kir ku sed sale ew bi wê destarê genimê xwe dihêre û got tevahî gund jê sûdê digrin.
Di demekê ku piraniya amûrên kevin li ber bayê jibîrketinê ketine û ji rizandinê re hatine hiştin, li navçeya Cindirisê ya Kantona Efrînê jin careke din van amûrên kevin bi kar tînin û didin jiyandin. Dayika bi navê Henîfe Reş Koşkar (70) salî destar ku dîroka wê digihîje hezar salan, bi kêfxewşî dizivrîne. Destara ku ji demên berê de yek ji alavên girîng ên her gundê bûye, bi hezar salan ji bo hêrandina genim, frîk, ceh û nok hatiye gerandin. Herî zêde jî jin destar bi kar dianîn. Piştî ambargoya li ser kantona Efrînê giran bûye, derfetên elektîrîkê jî kêm bûye. Lê gelê herêmê bêçare nema û bere xwe dan amûrên xwe yên kevin. Lewma cih û qedrê destarê jî zêde bûye. Henîfe Reş Koşkar behsa destara xwe û sûdê wê ji me re kir.
Hember ambargoyê çanda destar tê jiyandin
Henîfe Reş Koşkar bi kêfxweşî genimê xwe kulm bi kulm avêt nav destarê û di dema hêrandinê de wiha got, "Ev destar pir kevin e, apê min ji bo min hiştiye, temenê wê zêdetirî 100 salan e. Demeke dirêj xelkên gund sûdeke mezin jê giritin. Piştî derketina amûrên nû û peydakirina wan li bazarê, êdî nema destar bikara dianîn. Lê niha careke din ji ber rewşa ambargoyê piranî jin tên û destarê bikartînin. Herî zêde jinên temen mezin vê amûrê bikar tînin ji ber ku tecrube û zanebûn jê re pêwîste."
'Bi qasî ku tê bîra min ev destar di gundê me de heye'
Jina bi navê Sultan Îsmaîl jî ku li ber deste Henîfe fêrî hêrandina genim bûye û anî ziman ku ew piştî ku îmkanên wan ên biçin li derve zad bikirin an jî bi cîhazên elektîrîk di malê de zadên xwe çêbikin nema, berê xwe dan destara kevn a gund. Sultanê got, "Bi qasî ku tê bîra min ev destar di gundê me de heye. Kîjan mal ku jê re pêwîst dike tê û li vir nîsk, firîk, nok û genimê xwe dihêre."
(hs/rc)