Navenedeke bê şîdet: KafeNÂ
09:03
Ceren Karlidag/JINHA
STENBOL-KafeNÂ ku wek navendeke şîdetê hat avakirin, li dijî zimanê serdest yê mêr û her cureyê tehekumê nîşan dide ku kafeyek wê pêkan be.
Navenda çanda ‘KafeNÂ Huner & Sepet & Veguherstinê’ li Beşîktaşa Stenbolê ev 7 mehe jib o kesên pirsa ‘kafeyek din pêkane’ xizmetê dide. yên di pêvajoya avabûna kafeyê de piştgirî dan jî aktîvîstên ku li pey dirûşmeya ‘cîhanek din pêkane’ diçine…xwedî, xebatkar û heta mîvanên KafeNÂ, ji bo xeyalên afirandina cîhaneke din, ji bo ji qêrîna bikarhêneriyê re bêjin ‘bes’, kafeyek din afirandin û kirin pratîkê, li şûna ku her tim bikarhêneriyê bikin, her tim hildiberandinê tercîh dikin.
Tabeleya KafeNÂ şopeke mezin ya lingan e
KafeNÂ, bêguman ne tenê qêrîneke bikarhêneriyê ye, li dijî şîdeta li ser jinê, xwezayê û sewalan jî sekneke. Gotina NÂ di Gurcude, Zazakî, Fransî û Kurdî de tê wateya ‘Na’. Mirovên KafeNA jî ji bo ji şîdetê û qêrîna bikarhêneriyê re bêjin na ev nav li vê kafeyê kirine. Tabeleya kafeyê şopa lingekî mezin e. Şopa ling jî hem sîmgeya ekolojî û hem jî ya rastî û tazîtiyê ye.Ozgur û Berîvan Demîtaş gotin ew li alî dirûstbûnê ne.
Her tiştê KafeNÂ ji cam û paletên ku avêtine çopê û ji nûve hatine nûkirin pêk tê. Bêguman ya herî balkêş jî parçeyê darekê ya li sîwaneyê hatiye daliqandinê ye. Ev sîmgeya Gezî û Berkîn Elvane. Lambeyên di parçeyê darê ve hatine daliqandin hundir ronî dikin. xebatkarên kafeyê dolabeke ku berxwedana Yewnanîstanê vedibêje bicih kirine. Dolap jî ji paletên ji copêş hatine girtin, hatiye çêkirin û boyaxkirin. Li hember vê dolabê qunçikek diyariyê jinan û dagirkirina Spanyayê hatiye kirin heye.
‘Ked û aqilê hevpar yên jinan’
Di van demên ku mirovan paşê xwe daye pirtûkan, pirtûkxaneya ku KafeNÂ ava kiriye li dij vê derdikeve. Pirtûkên wê tên teqes kirin û mîsyona pirtûkxaneyê dihundirîne. Dîsa ji bo xwendina pirtûkan quncikek hatiye avakirin. Dîwarên cuda jî hene. Dîwareke ku bi rengên keskesorê ku sembola LGBTÎ ya ne jî heye. Her wiha gelek dîwarên din hene. Piranî jî keda jinan di vir de derbas bûye. Berîvan diyar dike ku kafe bi ked û aqilê hevpar yê jinan hatiye avakirin.
Navenda hunerê…
Katê binî yê kafeyê jî bi qasî katê jor balkêşe. Li katê jêr, sahneyek heye. Li vir komên şanoyê bixwazin dikarin provajoyên xwe bikin. Di rojên pêş de wê lîstikên şanoyê li vir bên pêşkêşkirin. Her wiha wê dersên Kurdî, Osmanî, Farsî, Îngîlîzî, Lazkî, Elmanî, Îtalyanî, keman, erbane, gîtar û sazê bên dayîn.
‘Em xwedî li KafeNÂ derkevin’
Kedkarên KafeNÂ, diyar dikin ku ew bihabûnê wek şîdetê dibînin û got ew li dijî her cureyê şîdetê ne.Ji ber vê jî bûhayên li vê kafeyê li gorî kafeyên din gelek erzanin. Kedkarên wê diyar dikin ku bila her kes xwedî li KafeNÂ derkevin.
(hu)