'Şîdeta li ser jinê di dema AKP’ê de veguherî qirkirinê!'

09:03

Habîbe Eren/JINHA

ENQERE-Bertekên li dijî gotinên zayendperest û newekhev yên li hemberî jinê yên serokkomar Tayyîp Edogan, her diçin zêde dibin. Endama Platfoma Jinan a Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya got şîdeta li ser jinê di dema AKP’ê de veguheriye qirkirinê û got: “Ji bo kujerên jinan hincetên sivik nîşan didin û ceza dadixînin. Ji ber vê jî cesaretê didin mêran. Ji bo ev qanûnên şîdetê teşwîq dikin bê guhertin, ji bo qezencên me ben parastin emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Serokkomar Tayyîp Erdogan di rojên borî de beşdarî vekirîna avahiya nû ya Komeleya Demokrasî û Jinê (KADEM) bû û di axaftina xwe ku kir de jin wek ‘nîvco û kêm’ dîtibû. Ev gotinên serokkomar Tayyîp ku berê jî gelek gotinên wî hebûn, rê li ber bertekên jinan vekir.

Endama Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya Demîrcî ji ANF’ê re axivî û got Erdogan ji serî de bi wekheviya jin û mêr bawer nekiriye û got: “Tayyîp hemû mafên jinan yên welîdînê, lixwekirina cil û bergan, zewicandinê, jiyana kar, hedef digire û dixwaze li gorî xwe bi teşe bike. Gotinên Erdogan yên wekê ‘Dibêjin plansaziya nifûsê, kontrola welîdînê, malbatek misliman nekare din ava ferasetek wisa de be’ bibîr xist û got ev jinê di feraseteke, dikare ji bo welat leşkeran bîne dinê, ji hevjînê xwe re xizmetê bike, rastî şîdetê bê jî divê bêdeng be, dibîne.”

‘Em ji mafên xwe şûnde gavê navêjin’

Latîfeyê got ew emir dike ku em di temenê biçûk de bizewicin, ji bo zewaca me serkeftî û bê pirsgirêk be hewl bidin û pêşî li hevjînê xwe bigirin ku sûc nekin. Latîfeyê wiha got: “ Her wiha dibêje sê zarokan heta mumkun be 5 zarokan çêbikin. Ger em şîdetê bibînin jî divê em destberdanê nefikirin. Ji ber van hemû pêkanînan divê em şev û roj qadan terk nekin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ji mafên xwe yên hatine qezenckirin şûnde gavê navêjin.”

‘Divê jin AKP’ê teşîr bike’

Latîfeyê bi lêv kir ku jin li gorî nasname, ziman, çand, bawerî, nasnameya zayendî ji hev tên cudakirin. Latîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ji bo em helwesta dijminahiyê ya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî jinan teşîr bikin divê em di têkoşînê de bin. Em jinên li dij serdestiya mêr, divê di nav têkoşînek bi rêxistinkirî de bin.”

‘Em siyaseta li ser bedena jinê tê kirin red dikin’

Latîfeyê got serokkomar dibêje; ‘jin nekarin karê mêran bikin, ger her kes misliman be, wê kuştinên jinan çênebin, di fitrata me de jin û mêr ne wekhev e’. Latîfeyê got: “Erdogan ji bo kurtajê jî gotibû her kurtajek Qilabaneke. Em jin siyaseta li ser bedena jinê tê kirin red dikin û gotinên dijminê jinê qebûl nakin. Her wiha Qesr jinê wek hêza kar a erzan dibîne. Di qanûna torbeyê de mêtîngeriya kedê bûye girêk. Qesr ligel ku jinê dike dayik, dike hêza kar a erzan jî.”

‘Jin berxwe didin’

Latîfeyê wiha berdewam kir: “AKP û berdevkên wê polîtîkayên dijminahiya jinê dimeşînin û sedam vê jî eve ku jin berxwedêr û serhildêrin. AKP û hêzên tifaq berxwedêrên azadiya kurd yên jin, jinên şoreşger û femînîst biçûk dixîne û bi gotinên ‘jin e, keç e’, piştî ku qetil dike bedena wan ya tazî teşîr dike. Lê AKP û tifaqên wê, wê bi ser nekevin. Di sedsala 21’ê de wê jin teslîmê zîhniyeta serdema navîn nebin. Şîdeta li ser jinê di dema AKP’ê de veguherî qirkirinê. Emê jî li dijî zîhniyeta ku mirin û girtinê ferz dike, têbikoşin.”

(hu)