'Divê her kes berpirsyariya xwe ya piştevaniyê bîne cih’
09:06
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED – Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û alîkariya Rojava, kampanyaya piştevaniyê ya tê meşandin her diçe zêdetir piştgiriyê dibîne. Jin jî ji bo piştgiriyê bidin tên depoya alîkariyê. Jin piraniya dema xwe li depoyê derbas dikin û dibêjin divê her kes vê berpirsyariyê bigire ser xwe.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û alîkariyê ya Rojava li Amedê ji bo welatiyên Sûr, Gever, Nisêbîn û Farqînê kampanyay apiştevaniyê hat destpêkirin. Ji bo hewcedariyên gel bên çareserkirin hewcedarî bi xebatkarên dildar heye. Di encama bangan de jin hatin depoyan û beşek mezin a dema xwe li vir derbas dikin. Ezgî Çelîk got wan nedizanî evqas kêmasî hene û got wê ji vir şûnde zêdetir piştgiriyê bidin û bang li ciwanan kir ku bên wir.
‘Divê em bibin bersiv’
Ezgiyê da zanîn ku divê ji her aliyê kes bi gelê Sûr, Gever û Nisêbînê re di nav piştevaniyê de bin û got: “Berjewendiya kesî ji van alîkariyan nîne. Armanca me eve ruyê malbatên me bikenin, em ligel wan bin. Divê em xwe berpirs bibînin. Divê em wan fêm bikin. Bibin bersiv. Em li malê televîzyonê temaşe dikin û dema wisa derbas dikin. Lê em dikarin dema xwe li vir derbas bikin. Her kes divê bê û piştgiriyê bide.”
‘Min nekarî li mala xwe runim’
Sevda Ozcan jî yek jinên ku tê depoyê û wiha got: “Xebata Komeleya Rojava dimeşîne gelek girînge. Bi taybet divê jin di vê xebatê de cih bigirin. Gelek girînge. Berê tiştek wisa hebûya, minê bigota ez nekarin. Lê li ber çavê me navçeyek mezin hat tinekirin. Bi deha mirov hatin qetilkirin. Ger ez jî li mala xwe runiştabama wê ev derveyê mirovahiyê ba. Min wek jinekê nekarî vê bikim. Di pêvajoyeke ku jin jêre pêşengiyê dike de min nekarî li mala xwe runim. Gelê Kurd bi salane bi qirkirinan re rû bi rûye. Depoya alîkariyê ne dure. Ne hewceye hun rojeke xwe jêre veqetînin. Hema saetekê hun bên, ji 50 malbatî re dibin destek. Ev berpirsyariyeke wijdanî û mirovahiye.”
(hu)