‘Bila mirina me li ser axa me be’
09:03
JINHA
SIRNEX - Li Şirnexê 3 hezîranê reyedaran daxuyaniyeke fermî nedabin jî "operasyon bi dawî bûn", welatiyên bajar ên ku 3 meh in li derve di konan û navçeyên Şirnexê de dijîn diyar kirin ku dewlet mala wan xirap jî bike ewê biçin malan xwe cardin avabikin.
Li Şirnexê dorpêça di 14'ê adarê de dest pê kir hêj didome. Di 3 hêzîranê de operesyon bi dawî bû jî êrîş û dagirkerî niha jî berdewam dike. Ji ber dorpêç û êrîşên dewletê bi hezaran welatiyên Şirnexê ji mal û taxên xwe koçber bûn. Şirnexiyên ku ji ber êrîşan koçber bûn û li derûdora bajar li konên de dijîn dixwazin vegerin Şirnexê. Welatiyê Şırnexê iyar kirin ku xaniyên wan bê xerakirin jê dîsa vegerin mal û warên xwe.
Dayika 8 zarokan bi navê Bahar Acûr (50) diyar kir ku dema ku li Şirnexê “qedexe derketinê kolana”destpê kir û ew zarokên xwe tev şandin Cizîrê û wiha got: “Ez û hevjînê xwe behevra 25 roj li Taxa Bahçelîevlerî diman. Em nikaribûn derbikevin derve. Em û 3-4 ciran tenê li malan xwe da man. Li şerê de av û ceryan hatibû qûtkirin. Dengê tank û topan dihat. Piştre ez û bûka min behevra hatin vî taxê. Em 3 mehe vir derane. Mêrê min û tû zarokê min naşûxle. Em bêriya mala xwe kirine. Em zanin mala me tev hatiye xirapkirin. Em dixwazin vegerin axa xwe.”
Dayîka 4 zarokan Husna Okan (27) jî anî ziman ku ev 3 mehe Şîrnexê de koçber bûne û hatine Cizîrê û wiha axivî: “Qedexe destpê kir em hatin vir. Em 4 malbat vir rû dinin. Pîsklojî zarokê me tev xirabûye. Em nedixwaz malan xwe derkevin. Dema ku qedexe destpê kir polîsan anons dikir. Piştre denge çek û teqîn dihat. Hevjînê min naşûxle. Dema ku em li Şirnexê derketin tû tiştek em negirtin. Em hatin vir û zor û zehmetî kişnadin. Em hatin virt û cilê xwe jî negirt.”
Husna da zanîn ku dema ku Qedexe rabe ewê vegerin Şirnexê û wiha got: “ Çi dibe bila bibe emê vegerin axa xwe. Em nizanin mala me çi bû. Niha ji aliyê dewlet mala me tê xirapkirin û şawitandin. Bila xirap jî bikin. Emê vegerin axa xwe. Em biçûkê heta niha li Şirnexê bûn. Emê vegerin.”
(ekip/zt)