Firina piştevaniyê li Til Temir tê vekirin
09:03
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) amadekariya vekirina firinek taybet ji bo malbatê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dike.
Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bi armanca pêşwazî kirina pêdiviyên malbatê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, biryar vekirina firinek da. Têkîldarê mijarê Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Til Temir, Hemdiye Kotê agahî da. Hemdiye got, "Ev proje di aliyekê de ji bo tevkariya aboriyê, di aliye din de jî ji bo piştevaniya malbatên şehîdan re hate fikirîn. Di vê çarçoveyê de hindik be jî dê hevjîn û dayîkên şehîdan bikaribin pêdiviyên xwe yên jiyanî jî pêk bînin."
Di firinê de dê gelek pêdîvî bên pêşwazî kirin
Hemdiye diyar kir ku ew ê di demek nêzde vekirina firinê pêk bînin û anî ziman ku projeyên wiha dê berdewam bike û wiha pêde çû, "Heke firin baş bixebite û sûd bide, em ê projeyên bi vî awayî zêdetir bikin. Hîna demê karkirina firinê, an jî hejmara kesên tê de kar bikin me diyar nekiriye. Lê em difikirin ku di firinê de li kêleka nan, lehmecûn, kuluçe, nane bi rûn û hwd. jî çêkin."
'Bi vekirina firinê re em piştgirî didin'
Hemdiye di dawiyê de jî bilêv kir ku tiştê ji destê wan bê ji bo xizmeta gel dê pêk bînin û wiha domand, "Çi ji destên me were, em ê alîkariyê bidin ji bo ku firin baş bixebite û wê herkes keda destên dayîk û hevjînên şehîdan bibîne. Em ji gelê xwe jî daxwaz dikin xwedî li firinê derkevin û wiha jî ji malbatên şehîdan re bibin alîkar."
(hs/rc)