Li Parîsê amadekariyên konferansa jineolojiyê

09:04

JINHA

PARÎS - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd Ewropayê konferansa jineolojiyê tê lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd Ewropayê di 25'ê Hezîranê de wê li Parîsê konferansa Jineolojiyê bêlidarxistin. Di konferansa li Salona Conferansê ya Monteûîl de, wê Tevgera Jinên Kurd wê destnîşan bike ku Jineolojî nêrîneke cuda ya alternatîf û rêya çareseriye ya pirsgirêkên civakî û pergalî ye. Konferans bi serenavê "Li dijî zayendîparêziya zanistiya pozîtîf, Jineolojî; jin, jiyan azadî" pêk were. Di rûniştinên rojekê de wê pêwîstiya nûbûneke bingehîn a di zanistî û têkoşîna jinê de, bên nirxandin. Tevgera Jinê dixwaze vê nîqaşê bi giranî bi rêxistinbûyînên jinê yên cuda û Fransayî re bike. Tevgerê, ji bo konferansê banga tevlîbûnê kir.

Di konferansê de wê rexneya li zanistinên civakê yên heyî, desthilatdariya jinê û têkiliya wê ya bi zanistiyê re bên nîqaşkirin. Bi taybetî wê li ser ji nû ve pênasekirina hemû saziyên civakî li dora Jineolojiyê, rûniştin bên lidarxistin. Konferansa Parîsê weke dewama Konferansa Jineolojiyê ya li bajarê Elmanya Kolnê ye, ku Tevgera Jinên Kurd bi navê 'Nêrîna Radîkal a Jinan û Avakirinê' hatibû organîzekirin. Tê payîn di vê konferansa Jineolojiyê de Jinên Fransayî, asziyên wan û xwendekar li hev kom bibin.

Ji Bakurê Kurdistanê û gelemperiya Ewropayê wê qisekerên jin beşdarî konferansê bibin. Her wiha gelek akademîsyenên jin ên Fransayî, femînîst û nûnerên saziyên jinan wê cihê xwe di nava konferansê de bigirin.

Qeyda li konferansê wê bi rêya înternetê bê kirin. Komîteya amadekar diyar kir, beşdarên konferansê wê bi tenê jin bin û li vê navnîşana jineoloji2016@hotmail.com divê nav, paşnav, dema ji dayikbûnê û nûmarayên xwe yên telefonê binivîsînin. Komîteyê da zanîn, ji bilî mirovên navên xwe qeydkirin e, wê ti kes nikaribe tevlî konferansê bibin.

(zt)