Berxwedana QSD'ê misogerya azadiya herêmê ye

09:05

Şînda Ebdulah/JINHA

DIRBÊSIYÊ - Hevseroka Meclisa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê, Edalet Omer têkîldarê pêşketinên Hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê û Hemleya Şehîd Faysal Ebû Leyla ya ku li Minbicê hatiye dest pê kirin wiha got, "Bi têkoşîn û rêxistinbûna gel a ku vê pêvajoyê de hatî nîşandan, wê tevahî axê gelan ji dagirkeriya desthilatdariya DAIŞ'ê bê rizgar kirin."

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer têkîldarê pêşketinên Hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê û Hemleya Şehîd Faysal Ebû Leyla ku li Minbicê dest pêkiriye nêrînên xwe anî ziman. Edaletê diyar kir çeteyên DAIŞ'ê li Minbic û Reqayê katilîamên mezin pêk aniye û wiha got, "Ji wir kantonên Rojava hedef digirtin û êrîş pêk tanîn. Ji xwe gelê herêmê bangewazî li QSD'ê kirin ku herêmên wan ji destê çeteyan rizgar bikin. Gelê Reqa û Minbicê jî zanîn ku tekane hêza ku bikaribe li beramberî çeteyan li ber xwe bide, çeteyan bişkîne û axa wan azad bike hêzên QSD'ê ye. Ev baweriya bi nêzîkatiya wekhev û biratiyê ya QSD'ê jî nîşan dide. Her gel û netewek li Rojava û Bakûrê Sûriyê QSD'ê wek ertêşa xwe ya azadîker dibîne."

'Li hember Rojava hêzên tarî bûn yek'

Edaletê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê hêviyên jiyana wekhev mezintir dike û wiha pêde çû, "Bi taybet îlankirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê pêngaveke girîng di aliyê demokratîkirina herêmê de ye. Bi tevahî gelê herêmê piştgiriya xwe nîşanî vê biryarê da. Lê belê li beramberî vê, hêzên tarî êrîşên xwe zêde kirin. Rejîma Baas, dewleta Tirkiyê, çeteyên Opozîsyonê, PDK û ENKS bi rengek hevbeş û yek-dest wek ku li yek cihî biryar girtibin, li beramberî Rojava ketin nav hewldanan."

'Bi têkoşîn û rêxistinbûna gel ev pêvajo dê bi ser bikeve'

Edaletê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê wek parçeyek ji polîtîkayên valaderxistina çareseriya li Sûriyê pênase kir û wiha pê de çû, "Niha li Rojava berxwedan pêk tê. QSD'ê bi berxwedana xwe berjewendî û azadiya herêmê dixîne misogeriyê. Bi têkoşîn û rêxistinbûna gel a ku vê pêvajoyê de hatî nîşandan, wê tevahî axê gelan ji dagirkeriya desthilatdariya DAIŞ'ê bê rizgar kirin." Edaletê di dawiyê de bilêv kir ku ew ê ligel her şert û mercê bi gelê xwe re têkoşîna azadiyê bibin.

(en/rc)