'Gotina hunermenda ji ya siyasetmendaran zêdetir bibandore'
09:13
JINHA
STENBOL - Hunermend Julide Kural, balkişand ser tindiya ser huner û civakê û got: "Di pêvajoyên şer û kaosan de carnan gotina hunermendan ji ya siyasetmendaran hînzêdetir dikare bandorê ser civakê bike."
Lîstokvana sînema û şanogeriyê Julide Kural tindiya ser hemû beşên civakê û ser hunerê jî berdewam dike nirxand. Julide da zanîn ku her roja diçe şidet û otorite zêde dibe û wiha domand: "Ti tişên di nava civakê de dertên bê qeyîd namînin. Ji bo wê jî gelek caran gotinek a hunermendekê ji gotina siyasetmendarekê zêdetir bandorkerbe. Ji ber ku deshilat di ferqa vê bandora hunermendan dene ji bo wê ye dixwaze wan bêdeng bike. Weke ku dixwaze çapemeniyê bêdeng bike..."
'Hunermend çiqas gotinên rexneyî dibêje…'
Julide destnîşan kir ku weke hemû beşên civakê ser hunermendan jî deruniya tirsê hatiye sepandin û wiha berdewam kir: "Li aliyek welat dorpêçe heye, mirov tên qetilkirin û me hînî mirinê dikin. Pêvajoyek wihaye gotina aştiyê suc tê dîtin. Ev pêvajo zêdetir mirovan ber bi deruniya tirsê û bêdengiyê ve dibe."
Julide bilêv kir ku deshilat dixwaze rolê hunermendan û çapemeniyê bigire bin tindiyê û wiha dom kir: "Çiqas çapemenî xwe ji gotinên deshilatiyê dur bigire ewqas jî dê civakê bifikire. Hunermend çiqas gotinên rexneyî bêjin dê ewqas di çarçoveyek fireh de li civakê binêre. Deshilatî dixwaze vê deruniya tirsê normal bike. Lê li gel hemû tindiyan jî em jin, hunermend, yên difikirin û yên vî welatî hez dikin emê bêdeng nebin. Di vî welatî de ji derveyî daxwaza aştiyê wekedinê tu sucê me nîne. Yên sucdar di vî welatî de şer dixwazin."
(zt)