Funda ya li Cizîrê birîndarbûyî ji bo bimeşe li benda alîkariyê ye
09:20
JINHA
ŞIRNEX - Ji bo keça Cizîrî Funda Barin a ku di qedexeya yekem de bi guleya doçkayê ji piyê xwe birîndar bûyî car din bimeşe pêdivî bi 20 hezar TL heye. Malbata Funda a ku di qedexeya duyemîn de jî mala wan şewitandin bi gotinên "Mala ku em tê de rûnên tune ye, emê vê perê çawa bidin" banga bihistyariyê li raya giştî kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeya yekem a derketina kolanan ku di 4'ê Îlonê destpêkir û heya 12'ê Îlonê destpêkir de 21 welatî di êrîşên tevkujiyê de hatibûn qetilkirin bi dehan welatî jî di êrîşan de birîndar bibûn. Yek ji zarokên ku di roja 6'emîn a rewşa awarte de hatî birîndar kirin jî Funda Barin a 15 salî bû. Funda a ku mala wê li Taxa Nûrê bû, dema ji bo av bigire çû mala cîranan di vegerê de rastî êrîşan hat û bi guleya ku ji wesayîta zirxî hate reşandin ji piyê xwe yê rastê birîndar bû.
Funda ji ber ku giran birîndar bibû, tenê di roja yekemîn a tedawiyê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 3 caran ameliyat bû û pişt re jî tedawiya wê meh û nîv berdewam kir. Di nav dema borî de bi giştî 23 caran li ser piyê Funda operasyon hate kirin lê li gel tedawiyê jî piyê wê necebirî. Niha jî ji bo Funda dikaribe bimeşe pêdivî bi 20 hezar TL heye.
'Bi guleya doçkayê birîndar bûm'
Funda a ku roja êrîşê bibîrxist anî ziman ku ji ber li malê av nemabû çûye mala cîranan û wiha berdewam kir: "Ji bo av bînim çûbûm mala cîranan lê min nekarî ez vegerim malê. Dema min berê xwe da malê û kêmek mabû ez ji deriyê bikevim hundir, ji wesayîta zirxî gule hate reşandin û li piyê min ket. Ez ketim erdê. Apê min ê ku kedkarê tenduristiyê ye got ku guleya doçkayê ye. Ez qasî 6 saetan li mal mam. Apê min xwest tedawî bike lê zêde xwîn ji min çû."
'10 meh in nikarim bimeşim'
Funda bibîrxist ku ew di nav bombe û guleyan de xwe gihandiye ambulansê û da zanîn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê polîsan jê re gotiye "Eger tu nebêjî dewletê kiriye, emê te tedawî bikin." Funda a ku 10 meh in nikare bimeşe, daxwaza xwe ya meşê anî ziman. Funda diyar kir ku rewşa aborî ya malbata wê gelek xirab e û banga piştgiriyê li raya giştî kir.
'Mala me jî hate şewitandin'
Dayika Funda, Zeynep Barin (38) a dayika 5 zaroken e jî da zanîn ku li gel 23 ameliyat derbas kiriye jî piyê keça wê sax nebûye. Zeynep anî ziman ku di qedexeya 79 rojan de jî mala wan hatiye şewitandin û wiha pê de çû: "Ji ber mala me şewitî, di destê me de tu tiştek nema. Em nikarin tedawiya wê bikin. Xwezî ew gule ne li keça min li min biketa."
'Tekana daxwaza min ew e ku keça min bimeşe'
Zeynep jî ji bo keça xwe bi van gotinan banga bihistyariyê kir: "Ji me re gotin ji bo ameliyatê 20 hezar TL pêwîst e. Mala ku em rûnên tune ye emê vê perê çawa bidin? Tekane daxwaza min ew e ku keça min bimeşe. Divê tiştek were kirin. Em dixwazin dengê me were bihîstin."
(zt)