Jinên Gundê Qebir Îmo şadiya vegerê vegotin

09:32

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ- Gundê Qebir Îmo di encama 'Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla' de azad bû. Jinên gund şadiya vegerê parve kirin û wiha gotin, "Ez gelek spasiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê dikim ku ji bo azadiya axa me bedel didin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin."

Gundê Qebir Îmo ku 4 km. dikeve Rojavayê Pira Qereqozaq di 3'yê Hezîranê de ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di çarçoveya Hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla de hate rizgarkirin. Piştî gund ji çeteyan hat rizgar kirin niştecihên gund hêdî hêdî vegerîn gundê xwe. Jinên gund kêfxweşiya vegerê parvekirin.

'DAIŞ kiryarên dervî mirovahiyê û pîvanên Mislimantiyê binpê dike'

Jina bi navê Fatma Mihemed, di serî de kêfxweşiya xwe anî ziman û qala pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê ên ser gel kir û wiha got,"Çeteyên DAIŞ'ê 5 sale vir dagir kiribûn. DAIŞ'ê em neçar dihiştin ku cilên reş li xwe bikin. Nedihiştin ku tu dera bedena me xuya bike. Nedihiştin jin ji malê derkevin. Nedihiştin em derkevin derdora gund û ji bo malê giya an jî ji bo şewitandinê qirşik kom bikin. Zilam derdiketin, lê ew jî serjêdikirin. Dibistan rakirin. Nehiştin zarok biçin dibistanê. Ev kiryareke derveyî mirovahiyê û pîvanên Mislimantiyê binpê dike." Fatma spasî li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir ku gundê wan ji destên çeteyan rizgar kirin û wiha pêde çû, "Ez nizanim çawa kêfxweşiya xwe ya rizgarbûna gundê bînim ziman. Birastî jî destên şervanan sax be. Her hebin."

'DAIŞ bi zext û zordestî gel birêve dibir'

Jina Ereb Emîne Casim jî kêfxweşa vegera gund wiha anî ziman, "DAIŞ kiryarên derveyî hişê mirovan, derveyî exlaqê dikir. Kuştin, serjêkirin, dizî, xirabî û wêranî dikirin. Bi zext û zordestî gel birêve dibirin. Ketîbeya Xensa li jinan îşkence dikirin. Li wan dixist û ew li gor pîvanên hişk ên DAIŞ'ê didarizandin. Ez gelek spasiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê dikim ku ji bo azadiya axa me bedel didin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin."

(hs/rc)