‘Dewletê mala me xera kir lê me jinûve çêkir’

09:57

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED - Neziye Zengîn ku xaniyê wan yê li Sûrê hat hilweşandin û wêrankirin, ji nûve çêdikin got: “Kesî bawer nedikir ku em vê derê veguherîn rewşa wê ya berê. Lê me çêkir. Emê ji berê jî xweşiktir bikin û Sûrê terk nekin.

Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Amedê ku ji 2’ê Kanûna 2015’an heta niha berdewam dike de, li taxên ku qedexe rabû, gel jiyana xwe ji nûve ava dike. Jin diyar dikin ku ew Sûrê terk nakin û jin tax û malên xwe paqij dikin û ji nûve saz dikin. Li taxa Dabanoglu Neziye Zengîn ku çû mala xwe ya 4 malbat lê diman û bi hilweşînek mezin re hatibû rû hev. Li xaniyê bi hewş de hemû xanî hatibûn hilweşandin û ti alavek saxlem nemabû. Li dîwarên malê nivîsê zayendperest hatibûn nivîsin, her der bîhn dida. 20 roj şûnde heman xanî bi keda Neziyeyê re jinûve hat sazkirin. Neziyeyê kesên ku diçin mala wê li ber derî bi rûkenî dibêje hun bi xêr hatin. Neziye li aliyekî bi xemgînî li kavila xanî dinêre û li aliyê din jî dibêje ew Sûrê terk nakin.

Xaniyê ku êdî bîhna xwe jê tê, ji rewşa xwe ya 20 roj berê xilas bûye. Malbatê hemû qirêjiya hewşê paqij kirine û dîwarê wê ji nûve boyax kirine. Hemû alavên mutbexê şûştine û paqij kirine. Neziyeyê got ew gelek eciz bûne û got: “Lê me dest jê berneda. Dewletê mala me hilweşand. Lê me ji nûve çêkir.”

‘Dewletê hilweşand me çêkir’

Neziyeyê bi lêv kir ku hemû rêça hilweşînê û wêrankirinê ya mala xwe paqij kirine û got: “Rewşa berê ya xanî û niha kî dibîne matmayî dimîne. Dema em nû hatin, xanî wêran bibû. Hemû derî û paçe şikandibûn. Polîs destpêkê dihatin hundir û dinêrtin ka em çi dikin. Ji me re digotin hunê li vir bimînin. Me jî got ancax cenazeya me ji hundir wê derkeve. Ev 20 roje em li vir paqijiyê dikin. kesî bawer nedikir em vir biguherin rewşa berê. Lê me kir, me paqij kir. Di du mehan de emê ji berê xweşiktir bikin.

‘Dewlet dixwaze me koçber bike’

Neziyeyê bi lêv kir ku dewlet dixwaze wan koçber bike û got: “Her tişt bi vir kirine. Wan gotin belkî emê deriyê xwe bigirin û vir terk bikin. Lê me dilê wan xweş nekir. Em car hatin vir.”

(hu)