Xebatkarên çapemeniya azad: Emê nivîsînê berdewam bikin

10:06

Gulfidan Ataman /JINHA

WAN - Xebatkarên çapemeniya azad li hemberî tindî, binçavkirina gotin; "Her çendî dewlet binçavkirin û girtinan bidomîne jî em teqez astengiyan nasnakin. Her çiqasî gelek hevalên me di hindirdene jî lê emê nivîsîna rastiyan berdewam bikin."

Di demên dawî de her diçe tindiya ser xebatkarên çapemeniya azad zêde dibe. Ji ber şerê AKP'ê li Kurdistanê dayî despêkirin bi dehan rojnameger hatin darbkirin, binçavkirin û girtin. Ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê ku 12 nûçegihanên wê girtîne Ozlem Tekin diyar kir ku li hember tindî, binçavkirin û girtinan nûçegihan hîn zêdetir bihêzdibin û wiha domand: "Çiqas nûçegihan hilweşandin û êrîşên dewletê digihîne rayagiştî ewqas jî rastî êrîşan tên. Niha bi dehan hevalên me yên girtî hene. Ji ber ku hevalên me ruyê dewletê yê rastî didin nîşandan ji bo wê rastî tindî û êrîşan tên. Divê rojnamegerek tişta dibîne rastiya wê binivîse, lê dewlet ji vê re desturê nade, ji ber nayê hesabê wan. Tayîbetî jî hevalên me yên li qadên şer tên girtin."

'Niha di hedefa dewletê de çapemeniya azad heye'

Nûçegihana DÎHA yê Bêrîvan Karataş jî bilêv kir ku tindiya ser çapemeniya azad berdewam dike nayê pejirandin û wiha dom kir: "Li gel êrîşên ser Kurdistanê niha di hedefa çapemeniyê de çapemeniya azad heye. Bi girtinên demê dawiyê re ev hîn zêdetir tê dîtin. Niha 12 hevalên me di girtîgehê denin. Sedema girtina wan jî nûçeyên ku çêkirine. Li gel hemû êrîşan jî dê çapemeniya azad ji dayîna rastiyan tawizê nede."

'Emê karê xwe bi awayek herî baş bikin'

Nûçegihana JINHA yê Hatice Kaya jî anî ziman ku li gel hemû cureyên êrîşan jî ji bo mafê gel ê girtina nûçeyan çî bê xwestin dê bikin û wiha pêde çu: "Di vê pêvajoyê de 12 hevalên me di girtîgehê denin. Sedema girtina wan jî 'piropagandaya rêxistinê' û 'endambûna rêxistinê' nîşandidin. Azadiya çapemeniyê şerte. Emê karê xwe bi awayek herî baş bikin. Emê li gel hemû cureyên astengiyan jî dayîna rastiyan berdewam bikin. Berî niha nûçegihanên me JINHA yê jî ji ber nûçeyên çêkirî hatin girtin."

(zt)