Di jêrzemînên malên hatin şewitandin de pişkirînên jiyanê
10:29
JINHA
COLEMÊRG - Begixan Tuner a ku di jerzemîna mala xweya hatî şewitandin de jiyana xwe berdewam dike û li hember zehmehiyan dest bi çêkirina balîfên zarokên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin kirî got: "Derdê me yê ku em bêjin em ê çawa dabara mala xwe bikin nîne. Ji dema ku polîs û leşker ketin navçeyê wê demê huzur a me nema."
Li navçeya Gevera Colemêrgê piştî ku 'qedexeya derketina kolanan' dawî bû gel bi zanebûna ku malên wa hatine xirakirin jî vegeriyan malên xwe. Welatiyên ku malên wan hatin xirakirin li nava baxçeyan kon vedane û di jerzemînên xaniyên xwe yên hatî şewitanden de jiyana xwe berdewam dikin. Gelê Geverê hêviyên jiyana nû avadikin. Li gundê Mexsud Ava hendek û barîqat nebûn jî hêzên dewletê gund şewitan xirakir. Hemû gundî di jerzemînên malên xwe de jiyana xwe berdewam dikin. Begixan Tuner jî di jêrzemîna mala xwe de jiyana xwe berdewam dike. Begixan berî înşayê dest bi çêkirina balifên zarokên xwe kir.
'Li navçeyê leşker û polîsan huzur nehişt'
Begixanê diyar kir ku wan mala xwe bi qezenca sewal xwedîkirin û çandineyê çêkirine. Begixan got ku mala wan bi keda mile zarokên we hatiye çêkirin û wiha berdewam kir: "Derdê me yê em ê dabara xwe çawa bikin tune bû. Ji dema ku leşker û polîs ketin navçeyê, aramiya me nema. Piştî ku em bi zorê derxistin, malên ku me bi keda mile xwe çêkirin dan ber agir û tiştekî me nehiştin. Dema em vegeriyan me hemû amurên mala xwe şewitî dit û gelek amurên me hatibûn dizin."
(dt/zt)