Meclîsa Sivîl ên Minbicê ji bo piştevaniya gel di dewrê dene

10:49

JINHA

KOBANÊ - Meclîsa Sivîl ên Minbicê bi operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla re dest bi hemleyê piştevaniya gelên ku gundê wan hatî rizgar kirin kir.

Mecîlsa Sivîl ya Minbicê ji bo gundên ku ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatî rizgar kirin dest bi hemleyê piştevaniyê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo gundên Xirfan û Kirsan pêdiviyên gel tên pêşwazî kirin. Hevseroka Meclîsa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid têkîldarê hemleyê piştevaniya gel wiha got, "Em ê dest bidin destê gel û pêdiviyên pêşwazî bikin. Gelê li vir êşên mezin jiyan, lê divê tecûrbe bigrin û bikaribin parastina xwe bikin. Her wiha divê heya demekê kesek bê ku agahî bide gelê gund bi tena serê xwe ji gund dernekeve. Em wek Meclîsa Sivîl ya Minbicê hewl didin ku piştevaniya ji destên me tê bidin gelê xwe. Her wiha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî ji bo azadiya axa Minbicê têkoşîn dike. Em ê têbikoşin ku gelê xwe bi ewlehî vegerînin ser axa xwe."

Ferîde Birgil jî got, "Em pir kêfxweşin ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûn. Em spasiya şervanên Meclîsa Lekşerî ya Minbicê dikin."

(lç/rc)