Îskenca di binçavan de li girtîgehê jî berdewam dike

10:55

Meltem Oktay

MÊRDÎN - 42 welatiyên li navçeya Nisêbînê dema ji taxan hatibûn tehliyekirin, medyaya hewzê bi mîzanseya "terorîst teslîm bû" welatiyên sivî wekî endamên YPS'ê dabû nîşan û bi rojan îşkence li welatiyan hatibû kirin.

Operasyonên qirkirinê yên li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî gel hat meşandin, hemû rêgezên exlaqen mirovahiyê hatin binpêkirin. Welatiyên ji taxan hatin tehliyekirin, medyaya hewzê welatî wekî "terorîst" da nîşan, hêzên dewletê li ber kamerayan gotinên wekî "hûn xêr hatin ber destên dewletê yên şewqatî" li pişt kamerayan bi gotinên wekî "hûn xêr hatin dujehê" welatî bi îşkanceyên hovane pêşwazî kirin. Navçeya bi mehan bi çekên herî giran ên wekî tang, top, obûs, helîkopter û balafirên şer hat bombekirin, tevahiya bajêr hat hilweşandin. Welatiyên ku bi komkujiyeke wekî ya Cizîrê re rû bi rû man, neçar man ji texan derkevin û piştî ji taxan derketin ji hêla hêzên dewletê ve hatin binçavkirin, welatiyan hovîtiya di bin çavan de bi Nûçegihana DÎHA'yê Meltem Oktay re parvekirin.

Navçeya bi mehan hat bombekirin, welatiyên neçarî ji taxan derketin, di maşînên zirxî de ji hêla hêzên dewletê ve ev bang dihar kirin: "Ka werin destê dewletê yê şewqatî. Ev dewlet cawmêr e, dê tu tişte neyê serê we" û xwestin welatî teslîmê wan bin. Welatiyên bi potên spî ji taxan derketin. 76 welatiyên ji taxan derketin, 42 kes di 25'ê gulanê saet di 13.00'an de dema ji kuçeya Tunç a taxa Dîcleyê derketin ji hêla tîmên teybet ve bi kamerayê dîmenên wan hatin kişandin. Di kamerayan de leşker bi gotinên wekî "ka werin destê dewletê yê bi şewqet", piştî kamera hatin girtin ji hêla tîmên teybet ve vê carê bi gotinên wekî "hûn xêr hatin dojehê" û ew birin Lîseya Suleyman Bolmez, 42 welatî li vir heta saet 24.00'an hatin îşkencekirin.

Jina ciwan a ku ji ber ewlehiyê navê xwe negot, diyar kir ku ew jî di nava 42 welatiyên ji taxê derketiye de bû, piştî ew birine Lîseya Suleyman Bolmez li wir çûwal xistine serê wan, ew di odeyekî de bi saetan ji hêla tîmên taybet ve hatine îşkencekirin.

Jina ciwan aşkera kir ku piştî bi saetan hatine derbkirin, ji bo îfadeya wan bigirin ew birine odeyeke din û ev tişt anî ziman: "Di korîdoran de bi porên me girtin û em di erdê re kaşkirin. Dayikên ku dibirin îfadeyê di derenceyan de dihatin avêtin. Çûwal xistin serê me û bi wî şeklî îfadeya me dihat girtin û em radikirin piyan bi gotinên wekî "li kursî rûnê" di dema rûniştinê de kursî dikişandin û em diketin erdê. Bi dehan caran ev dubare bû. Bê navber îşkence li me hat kirin û bi vê ve girêdayî heqaret û çêr li me dikirin."

Îşkence û tacîz

Jina ciwan aşkera kir ku piştî îşkenceya li Lîseya Suleyman Bolmez, 42 welatî bi maşînên zirxî birine salona werzîşê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li salona werzîşê berî dîmenê kamerayê em hatin îşkencekirin. Bi gotinên tacîz û tecawizê êrîşên me dikirin. Beyî ku bêjin jin, zarok, kal û pîr her kes di lêgerîna tezî re derbas kirin. Piştre dest danîn ser cilên me. Em 6 rojan di bin çavan de man, di van 6 rojan de em bê navber hatin îşkencekirin."

42 welatiyên piştî îşkenceya hêzên dewletê ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, gelek ji wan mil lingên wan hatibûn şikandin, ji ber lêdanê gelek jin rûyên wan û çavên wan reş bû û bi zorê strana "Ez bimirim Tirkiye-Olurum Tirkiye" bi welatiyan dan gotin.

Xwestin wan bişînin nav bê aliyan

Jina destnîşan kir ku piştî derb û îşkenceyê ew şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, li vir jî îşkence û zext hatine kirin. Hat gotin ku welatiyên xwestine biçin nava girtiyên siyasî, bi zextên rêveberiya girtîgehê ve rû bi rû mane. Jinên ku hatin derb û îşkencekirin, dure bi gefên wekî tacîz û tecawizê re rû bi rû man, li jinan re gotin "parêzerên we hatine" dema jin dibirin midûrê girtîgehê ji bo jinan bişîne koxûşên girityên bê alî, zext li welatiyan kirin.

(zt)