Operasyona Minbicê bi rizgarkirina gundan berdewam dike
11:36
JINHA
MINBIC - Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundewarê Minbicê 4 gundên din rizgar kirin.
‘Operasyona şehîd û fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina bajarê Minbicê di roja xwe ya 13. de dewam dike. Şervanên Minbicê di berdewamiya operasyonê de gundên Sifêra û Um El-Setih ku 7 km dikevin rojhilatê bajarê Minbicê gundê Tehna El-Kebîra û Sihêdiyê ku 6 km dikevin başûr-rojhilatê Minbicê ji çeteyan rizgar kirin. Li aliyekî din zarokekî 3 salî yê ji gundê Xirbet Nefixê ji ber topbarana çeteyan a li hember gundê Dadat Kiwêt ku 10 km li rojava-bakûrê Minbicê ye, bi giranî birîndar bû.
(rc)