KCD di 16'ê hezîranê de diçe Şirnexê
12:39
JINHA
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bang li hevgirityên KCD'ê, saziyên sivîl û hemû gel kir ku beşdarî serlêdana wan bibin û piştgiriyê bidin gelê Şirnexê yê xwedî rûmet.
Her çendî tê gotin operasyonên li Şirnexê bi dawî bûne, hilweşandin û hovîtiya hêzên dewletê li hemberî bajêr didome. Bajarê ku 89 rojan bi êrîşên dewletê hat xirabkirin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê ji bo piştgirî û dorpêç bê rakirin di 16'ê hezîranê de biçe Şirnexê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku ji ber ku gelê kurd daxwaza xweseriya demokratîk kiriye, rastî êrîşan tê û li hemberî gelê kurd şerekî qirej ê nedîtî tê meşandin. Leyla aşkera kir ku ew dê di 16'ê hezîranê roja pêncşemê saet di 10.00'an de li ber avahiya KCD'ê bi girseyî biçin Şirnexê.
Leyla da zanîn ku mînakên wekî şerê Îsraîl-Filistînê bê dayîn jî tişên li hemberî bajarên Kurdistanê pêk hatine tiştên mirov bikin nîne û ev tişt got: "Bi anîna JOH û POH'an re herên di binê dorpêçê de ye. Em ji Gever û Cizîrê gelekî baş dizanin. Her çendî pevçûn bi dawî bûbûn jî dewlet malên welatiyan bi zanebûn hildiweşîne. Li Geverê 8 hezar 500 avahî hatine hilweşandin."
(zt)