Vê carê dest danîn ser nameyên Bîlal

14:08

JINHA

MÊRDÎN - Midiryeta Girtîgeha Mêrdînê dest danîn ser nameyên ku ji nuçegîhanê DÎHA'yê Bilal Guldem re hatine û nameyên ku ji aliyê wî hatine şandin. Hate zanîn ku ji bo destdanîna ser nameyan tû hincet nehatiye gotin.

Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest danîn ser nameyên nuçegîhanê DÎHA'yê Bilal Guldem yê ku dema li Êlihê nuçe dişopandin hate binçavkirin û piştre hate girtin. Hate zanîn ku nameyên ji derve ji nuçegîhanê DÎHA'yê re hatiye şandin û nameyên ku ji aliyê nuçegihanê DÎHA'yê hatine nivîsandin dest danîne ser wan. Her wiha hat hînbûn ku nameyên ku Bîlal ji nuçegîhana DÎHA'yê Meltem Oktay ya li heman girtîgehê tê girtin jî şandiye bê ku hincet bê gotin dest danîne ser.

Beriya demekê nameyên Nuçegîhana DÎHA'yê Meltem Oktay jî ji aliyê miduriyeta girtîgehê dest danîbûn ser. Di demên dawî de li girtîgehê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe.

(kom/rc)