Jinên gundê Ceryan: Kabûsa çeteyan bi dawî dibe

10:45

Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ - Jinên gundê Ceryanê bi rizgarbûna gund re kêfxweşiyê xwe parvekirin û gotin ku ew ji kabûsê çeteyan êdî rizgar bûne û serkeftinê ji şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê re xwestin.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd û Fermandar Feysel Abû Leyla ku di 1'ê Hezîranê de hat dest pêkirin gelek gundên Minbicê hatin rizgarkirin. Yek ji van gundan jî Ceryan e ku dikeve bakûrê bajarê Minbicê ye. Bi giştî niştecihên gund Ereb in û sê sal zêdetire di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiyan dikirin. Di operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Abû Leyla ya Meclîsa Leşkerî a Minbicê de, rojên reş û tarî bi dawî bû û cejna gund tê jiyîn. Jinên gundê Ceryan jî kêfxweşiya rizgar kirina gund anîn ziman û gotin, "Em gelek kêfxweşin ku gundê me ji çeteyan hatiye rizgarkirin."

Jina bi navê Ferîde Îsmaîl diyar kir ku bi rizgarkirina gund re cejna wan pêk hatiye û wiha got, "Dilê me pir kêfxweş e. Herkes ji çeteyan ditirsiya. Zarok nediwêran derkevin derve. Çadirên reş li me dikirin. Zilma wan nayê ziman. Em serkeftinê ji bo şervanan dixwazin. Em gelek kêfxweşin ku gundê me ji DAIŞ'ê hate xilaskirin. Me pir zorî û zehmetî, tîbûn û birçîbûna kişand. Dawiya van rojên reş tevan hat."

Fetûma Ehmê jî wiha got, "Rojên bi xêr û silamet hatin, ev çend roje em rehet dirazên. Dengê fîşek û xofa çeteyan nema. Em her birçî diman, me gelek zehmetî kişand. Em penaber bûn, li van çolan tî û birçî man. Me nikarîbû biçûna bajareke din. Bi saya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em bi rengeke aram dikarin herin her derê." Fatûma bal kişand ser zilma DAIŞ'ê ku li ser jinan pêk dianî û mînakeke wiha da, "Dema jin biçûna gel bijîşk, di rê de li wan dixistin. Ger cilên reş li xwe nekiribûna îşkence li wan dikirin, pare û zêrên wan distendin. Lê ev kabûs bi dawî dibe. Ji bo me ev cejn e."

(en/rc)