Çeteyên DAIŞ’ê ji fabrîkayê mirinê hatin paqijkirin
10:57
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
TIŞRÎN – ‘Operasyona Fermandar Faysal Ebû Leyla’ ku ji aliyê Meclîsa Leşkerên Mînbîcê ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Di seranserê pêngavê de gelek belge û çek hatin desteserkirin û îro jî fabrîkaya çekan ya bibû hêlîna mirinê ya DAIŞ’ê ji çeteyan hat paqijkirin.
Ji bo azadkirina Mînbîcî ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, di 1’ê Hezîranê de pêngav hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de gelek gund û mezra hatin rizgarkirin. Şervanên girêdayê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê ev 12 roje bê navber berbi Mînbîcê dimeşin. Di seranserê meşê de gelek gund û mezra hatin rizgarkiri. Yanî zarokên Mînbîcê ne tenê Mînbîcê, ewlehiya canê gel jî digire.
Fabrîkaya mirinê hat desteserkirin
Di nûçeyên xwe yên berê de me diyar dikir ku çete li gundên ku dagirkirine mayînan radixin û hawan û fuzeyan davêjin gundan. Îro bi operasyona ku pêk hat re cihên hilberîna çekan hat desteserkirin. Beriya pevçûna ku di 12’ê Hezîranê de hatiye dest pê kir de, dihat texmînkirin ku avahî depoya çekane. Piştî pevçûna dijwar avahî hat desteserkirin.
Bi kontroleke mezin ketin hundir û di avahiyê de gelek mayînên amadekirî, hewan, fuze û lavên ku pê ev tên çêkirin, hatin desteserkirin.
(hu)