Di bin navê 'Qada bi rîsk' tevahî xaniyên li Cizîrê tê hilweşandin
11:06
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê ku bi êrîşên qîrkirinê gelek avahiyên li Cizîrê hilweşandin, di bin navê "Îstimlaqa lezgîn" û hinceta "Qada bi risk" xaniyên saxlem jî xera dikin. Hêzên dewletê bêyî şaredariyê xaniyan xeradikin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret xerakirina malan şermezar kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de hiquq nemaye û wiha got: “Niha tên malan xera dikin. Dixwazin şaredariyê deste ser bikin.”
Li gelek bajar û navçeyên Kurdîstanê bê navber dorpêç û êrîşên hêzên dewletê didome. Hêzên dewletê 79 rojan navçeya Cizîrê ya Şirnexê dagir kir û hê jî dagirkerî didome. Piştî dorpêç û êrîşên 79 rojan bi dawî bû, niha jî qedexeya derketina kolanan heta derengiyê êvarê berdewam dike. Li aliyê din xerakirin û rûxandina xaniyan jî berdewam dike. Hêzên dewletê di bin navê "Îstimlaqa lezgîn" û bi hinceta "Qada bi risk" xaniyên saxlem jî xera dikin. Hêzên dewletê ku taxa Cudî bi temamî hilweşandin, niha jî li taxa Nûrê xaniyan xera dikin, di bin çavdêrî, qontrol û dorpêça polîs û leşkeran de xaniyan xera dikin û talan dikin. Dema xerakirina xaniyan şaredarî jî nayê agahdar kirin.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret tekîldarî hilweşandina navçê û xera kirina xaniyan axivî û diyar kir ku niha li Cizîrê qedexe hatiye rakirin û wiha got: "Her çend qedexe qismî rabûbe jî xerakirin didome. Dewletê heta niha gelek taxên bajar xera kiriye. Piştî qedexeyê gelê me sade 95’ê vegeriyan mal û warên xwe. Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl, şaredarî û welatî ji bo înşakirina Cizîrê seferber bûn. Ji bo ku gel malên xwe înşa bike, şaredariyên me yê heremê alîkariya derve jî seferber bû. Ji bo înşakirina xaniyên gel piranî tevgera kedkaran li vir bûn. Nêzî sed xanî çêkirin vê pêvajoyê de. Her kes di mala xwe de odeyek çêkir, ji bo bikaribin di odeyekê de bijîn."
‘Xirakirina xaniyan bi lez berdewam dike’
Leyla anî ziman ku di lêkolînên şaredariyê de hat tespîtkirin ku nêzî hezar û 200 xanî ji êrîşan zirarê giran dîtîye û wiha pê de çû: “Ji aliyê Qeymaqamtiyê ve 3 hezar û 200 xanî yê bi zirar ditî hatiye tespîtkirin. Livir mîrov dikere bêje 2 hezar xanî hasarê wan tûne ye. Lê belê ji bo ku planên û polîtîkayên xwe bicîh bînin xaniyên ku qet fîşek neketiye jî biryara xirakirinê hatiye derxistin. Gel jî li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Îtîraz jî ne hatin qebûl kirin. Piştre ev biryar rojnameyê fermî de derket û piştre destê gel jî hat girêdan. Niha jî xirakirina xaniyan bi lez û bez berdewam dike. Din ava rojê de xaniyên tên xirab kirin her tim zêde dibe.”
‘Dive em di mile hiquqê de mafên xwe biparêzin’
Leyla da zanîn ku gel di vê pêvajoyê de hatiye mexdûr kirin û axaftina xwe wiha domand: “Di dema ku êrîşên hêzên dewletê de amurê malan jî hat xirapkirin, îro avahiyê wan bi temamî tê hilweşandin. Niha jî xaniyan xirap dikin û gel derveyê malên xwe man. Nava gel de piştgiriyek mezin heye û destê hev digirin. Lê bele xaniyên ku zirar nedîtinê ji aliyê dewletê ve tê xirakirin. Ji aliyê hûqûqê de gel çikas rêbazê xwe jî bigire tên asteng kirin. Di bin navê ‘qada rîsk’ de her tişt kirine destê xwe de. Ev bîryarên ku dane, li hemberê saziyên me de jî her tişt tê astengkirin. Divê em di milê hiquqê de mafên xwe biparêzin.”
‘Îmara Cizîrê ji destê şaredariyê derxistin’
Leyla bi gotina “Di vê pêvajoyê de hiquq jî hatiye binpêkirin” bertek nîşanê kiryarên li hemberê mafên şaredariyê da û û wiha berdewam kir: “Niha tên malan xirap dikin û dem jî nadin welatiyan. Ev jî ji bo gelê Cizîrê pir zehmete. Ji ber ku gel xwe kom kir û mala xwe ji nû ve ava kir û kedên mezin dan. Niha jî bi zorî ji xaniyên xwe tên derxistin. Livir armanc eve ku li demografiya Cizîrê biguherînin. Çanda vê û sosyolojî ya Cizîrê biguherînin. Ew dixwazin gel li vir koçber bikin û cihê xwe ava bikin. Armanca wan eve ku xebatên şaredariyê bê sekinandin. Minak îro dest avêtîne riya Cizîrê û çêdikin. Îmara Cizîrê dest şaredariyê derxistin. Şaredarî li her milê de tê asteng kirin. Xizmeta gel bi vê yekê re tê asteng kirin.”
‘Polîtîkayên reşkirinê dimeşînin’
Leyla dest nîşan kir ku polîtîkayên reşkirina şaredariyê tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin şaredariyê desteser bikin. Ji bo vê jî dest dane ser û bê şaredariyê xebatan dikin. Polîtkayên reşkirinê dimeşînin. Ev jî nişan dide ku bi avayek fîîlî hertiştî dikin. Li vir vîna gel û daxwazê gel liber çavan nayê girtin."
(kom/rc)