'Wek ciwan em ê komkujiyên li Kurdistanê aşkere bikin'

11:49

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED – Ciwanên wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi kampanyaya ‘Ji Geziyê heta Cizîrê Avakirina Jiyanê’ derketin rê, her tim ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, diyar kirin ku dewletê şerê ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin hewl dide veşêre û tevî her tiştî emê komkujî û şerê wan îfşa bikin.

Nêzî 100 ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji Îzmîr, Stenbol, Edene, Uşak û Enqereyê derketin rê bi şîara ‘Ji Geziyê heta Cizîrê Avakirina Jiyanê’ kampanyaya piştevaniyê dan destpêkirin. Ciwan destpêkê li Amedê hatin cem hev û daxuyaniyek da û berbi Cizîrê ve ketin rê. Lê ji Amedê û şûnde ciwan bi zext û tacîza polîsan re rû bir û man û destur nedan biçin Cizîrê.

Yagmur Yurtseven ku li Enqereyê xwendekara civaknasiyê ye û li zanîngehê xebata HDK û HDP’ê dike meşa ji Enqereyê berbi Cizîrê vegot. Yagmurê bi lêv kir ku piştî ketine Amedê û şûnde zextên dewletê destpê kirine û got piştevaniya bi gelê herêmên rêveberiya xweser re gelek girînge û got: “Kampanya biryara yekem ya piştî kongreya avabûna HDP GYK’ê bû.me got wê ciwan bibin dengê girse û rêxistinbûneke Tirkiyeyê. Li ser vê me fikra kampanyayek wisa da destpêkirin. Cizîr di alî berxwedanê de cihekî sembolîk bû. Dema me ev biryar girt jî û niha jî dewlet nahêle kes bikeve sînorê Cizîrê. Li gorî min ciwan ji bo îrşa kirina van polîtîkayên dewletê îradeyek girînge. Ji ber vê dema di komxebatê de pêşniyarek wisa hat me qebûl kir û em di 10’ê Hezîranê de ketin rê.”

‘Emê çavderiyên xwe bikin rapor’

Yagmurê bi lêv kir ku li dijî wêrankirin û hilweşanîna di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de pêk hatiye bibin hêvî û bikevin nava piştevaniyê û wiha berdewam kir: “Dema me kampanya rêxistin kir, em bi Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava re di nav têkiliyê de bûn. Li gorî agahiyên wan dan, wê heyetek ji 8-10 kesan pêk tê bişînin Cizîrê û yên din jî ji bo Sîlopî, Gever û Hezexê bê parvekirinê bû. heyeta ku wê biçûna Cizîrê wê bi gel re bihata cem hev û çavderiyên xwe bikira rapor û daxuyaniyek bida çapemeniyê. Komên din jî wê li Gever, Hezex û Sîlopiyê beşdarî avakirinê bibûna.”

‘Li wesayîtên me çek kişandin’

Yagmurê di berdewamiyê de anî ziman ku polîsan ew tehdîd kirine û negirtine Cizîrê û got: “Ciwan dema diçûn Cizîr, Hezex, Sîlopî û Geverê, wesayîtên Hezex û Sîlopiyê negirtin hundir. Polîsan ciwan tehdîd kirin ku wê wesayîtên wan girê bidin. Heyeta Cizîrê jî li sînor hat sekinandin. Lêgerîn û GBT kirin. Ji me re gotin; “qeyda we hemûyan heye, hun ji bo çi hatine vir.Ev der Cizîre hun nekarin bikevin vir. Carek din neyên vir.” Bi van gotinan çekê xwe li wesayîta me kişandin û em ji sînor durxistin.”

‘Em rastî gotinên tacîzê û zayendperestiyê hatin’

Yagmurê destnîşan kir ku di vegera Cizîrê de di têketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin û rastî tacîza polîsan hatine.

‘Dixwazin şerê li Kurdistanê piştperde bikin’

Yagmurê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwestin me bitirsînin. Dixwazin şerê li Kurdistanê tê meşandin piştperde bikin. Em natirsin û ger em derfetê bibînin emê dîsa bên Kurdistanê. Dixwazin me bi tirsê biçewewînin. Emê şerê dewlet li Kurdistanê dimeşîne îfşa bikin.”

(hu)