Jinên HDP’ê: Komkujî li dijî LGBTÎ’ye, sûcê nefretê ye!

12:08

JINHA

ENQERE-Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanê komkujiya nefretê ya du roj berê li Orlando li bara gey pêk hat dan û got ew xwedî li daxwazên civaka LGBT ya xwe ji bo Hefteya Rumetê amade dikin, derdikevin. Meclîsê balkişand ser daxuyaniyên gelek saziyan ku komkujî şermezar kirine û got îrafeya ‘LGBTÎ’ nehatiye bikaranîn û her wiha diyar kirin ku êrîş wek sûcê nefretê nehatiye dîtin.

Du roj berê DAIŞ’ê li Orlando ya DYA’yê li dijî gey bar Pulse êrîşa çekdarî pêk anî. Di komkujiyê de herî kêm 50 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiya nefretê, du kesên ku dihat gotin ku wê êrîşê Meşa Rumetê ya Los Angelesê bikin hatin binçavkirin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî komkujiya nefretê de daxuyaniyek nivîskî da û zîhniyeta nefretê şermezar kir. Daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hatiye dayîn de hat gotin ku ev êrîşeke nefretê ye.

‘Keskesora ku têkoşîna wekheviyê dide wê qezenc bike’

‘DAIŞ ku kesên ne ji wan, kesên naşibin wan, kesên derveyê nasname û îdeolojiya cuda tine dike, bi vê êrîşê re xwestiye LGBT’yên ku ji xwe ji bo Hefteya Rumetê amade dike, biçewisîne. Lê ev komkujiyên DAIŞ’ê ntenê qada têkoşînê mezintir kiriye. Bêguman wê vê têkoşînê keskesora ku têkoşîna wekheviye dide wê qezenc bike.”

Li dijî bikarnenanîna îfadeya LGBTÎ bertek

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got gelek saziyan êrîş şermezar kiriye lê di daxuyaniyên xwe de îfadeya LGBTÎ bikarneanîne û êrîş wek sûcê nefretê nedîtine. Hat gotin ku çapemeniya alîgir, êrîşa Orlandoyê ji nedîtîve hatiye û hat gotin ku qetilkirin çalakiyeke nefretê ye.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Çapemeniya axê piştî êrîşa DAIŞ’ê li şûna ku zîhniyeta DAIŞ’ê raxîne ber çavan, li dijî vê bê deng maye. Dîsa gelek saziyan li welatê me daxuyanî dane û gelekan îfadeya LGBTÎ bikar neanîne. Ev êrîş beyî ku wek sûcê nefretê bibînin, tenê wek çalakiyeke terorê şermezar kirine.”

Meclîsê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em wek jinên HDP’ê wê li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê, gotinên nefretê, sûcên nefretê têbikoşin. Em di Hefteya Rumetê de bi wan re di nav piştevaniyê de bin.em ji yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

(hu)