Li Îranê perwerdehiya zimanê Kurdî dest pêdike

14:30

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî da zanîn ku li herêmên ku kurdî û tirkî li wan tên axiftin, dê perwerdehiya zimanê Kurdî û Tirki bên dest pê kirin.

Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî diyar kir ku ew ê li herêmên ku bi Kurdî û Tirkî tê peyvandin wê perwerdehiya zimanê Kurdî û Tirkî bên dayîn. Herwiha Alî anî ziman ku mijara perwerdehiya zimanê Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê, bi salan e ji aliyê gelê herêmê ve dihat xwestin û di dawiyê de pêk jî hat.

(rc)