Şaredariya Peyasê 24 Parkên nû çêdike

14:39

JINHA

AMED - Şaredariya Peyasê ya Amedê li ser rêya 75'an, cihê avahiyên nû lê hatiye bi cih kirin 24 parkên nû çêdike. Parkên li ser erdzemîna 200 hezar donim erd dê bên çêkirin weke proje mîna anketekê wê ji gel bê pirsîn ku li parkan çi hebe-çi nebe bê diyarkirin.

Gerînendehiya Karê Park-Baxçeyan ya Şaredariya Peyasê li ser rêya 75'an dest bi xebata çêkirina 24 parkên nû kir. Parkên li cihê avahiyên nû dê bên çêkirin, di serî de binesaziya parkan, pirsgirêkên hewcedariya qadê ya axê ku lê bê rastkirin û çinîna daran wê bê çareserkirin û paşê dest bi rêk û pêkirina parkan bikin. Hevşaredar M. Alî Aydin û cîgirê hevşaredaran Îhsan Avci çûn qadên ku dê bibin park raçav kirin û ji xebatkaran der barê xebatan de agahî stendin.

'Bi derfetên xwe em ê van 24 parkan çê bikin'

Hevşaredar M. Alî Aydin diyar kir ku dê parkan bi derfetên xwe wê çêbikin û weha domand: "Ev cih niştecihekî nû ye, parkên ku em li ser erdzemîna 200 hezar donim erdî bidin çêkirin dê weke proje mîna anketekê em ê ji gel bipirsin ku ka li parkan çi dixwazin û çi naxwazin diyar bikin, paşê 24 parkan bi derfetên xwe em ê bidin çêkirin. Em dikin armanc ku li ser erdzemîna 200 hezar donim erdî tevahî bikin cihê şînahiyê, ji ber ku em bi derfetên xwe çêdikin, bi awayekî erzan jî li me dibe mal."

'Gel wê biryarê bide, şaredarî jî wê çê bike'

M. Alî anî ziman ku ew li gorî daxwaza gel dê parakan çêbikin û wiha pêde çû, " Ji ber ku em ê ji gel bipirsin bi rêya anketan bê ka çi li parkan bi cih bikin an nekin, proje û pêdiviyên me jî bi vî awayî bi xwe re zelal dibe. Bi vî awayî rêya ku bi îhaleyan dihat kirin êdî bi derfet û hêza gel weke perspetîfekê dibe xebat derdikeve pêşiya me, ji alî her kesî ve ev tê qebûl kirin û tu maneya îhaleyan êdî namîne. Bi vî awayî em sedî sed daxwazên gel qebûl dikin û xebatê dimeşînin. Her weha em ji hevalên ku keda wan ketiye nava vê xebatê kêfxweşî û spasiyên xwe pêşkêş dikin û li gorî daxwaza gelê xwe em ê xebatên xwe ên bi vî rengî bidomînin."

(rc)